Sancar: Ev budçe, budçeya xatirxwestinê ya desthilatê ye 2022-12-05 18:07:53   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku di budçeya 2023'yan de herî zêde budçeya ji bo şer û lobiyên faîzê hatiye veqetandin û wiha got: "Ev budçe, budçeya we ya xatirxwestinê ye."    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên Pêşniyaza Qanûna Budçeya Navendî de axivî.    Sancar di axaftina xwe de ya li Desteya Giştî ya Meclîsê bilêv kir ku neçareserkirina meseleya kurdî û siyaseta şidetê her diçe bêtir dibe sedema mirina mirovan û krîzê û wiha got: "Gelo ev desthilat bi vê budçeyê dixwaze çi bike, armanca wê çi ye? Bi budçeya navendî ya 2023'yan budçe herî zêde ji bo şer û lobiyên faîzê hatiye veqetandin. Ev desthilat dixwaze bi bacên ji gel distîne 565,5 milyar TL bide lobiyên faîzê û 468,7 milyar TL jî bide lobiyên şer. Yanî di çarçoveya dahatên budçeyê de ji 3 TL'yê bacê ya ji gel tê stendin, lîreyk jê ji lobiyên faîzê û baronên şer re ye. Ji 3 nanên paya sifreya bi milyonan kedkar û karkeran dikevin, diçin ji van her du lobiyan re."    Sancar di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ev budçe, budçeya we ya xatirxwestinê ye."