ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-06 09:00:06   * Hevşaredarên HDP'î, hevşaredarên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin û siyasetmendaran diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re şer, alozî û pirsgirêkên civakî zêde dibin û gotin: "Ji bo domandina desthilatdariya AKP û MHP'ê qifla aştiyê nayê vekirin. Li dijî vê jî divê ku hemû argumanên hiqûqî yên li dijî tecrîdê bên bikaranîn."   * Li Hamît Yildirimê ku di doza Mûsa Anter de dihat darizandin û wekî elemenakî JÎTEM'ê tê bilêvkirin, bi sûcê "birîndarkirina bi qesdî" cezayê girtîgehê hat birîn.   *  Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran ji bo beşdarbûna çalakiyên li dijî tecrîdê ku dê li Amed û Wanê bên lidarxistin bang li her kesî kir û got: “Bawer im dê bi tekoşîn û xwedîderketina gelê kurd ev tecrîd jî bê şikandin.”   * Rojnemevan Nedim Turfent ku piştî 7 salan ji girtîgehê derket, bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad û wiha got: “Bêdengî wekî jehrê ye. Divê em ev bêdengiyê û jehra li ser endamên çapemeniya azad ji holê rakin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 638’an de berdewam bike.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * TMMOB ÎKK, Baroya Amedê û Komeleya Ekolojiyê wê têkildarî vekirina erdê Zanîngeha Dîcleyê ya ji îmarê re li Odeya Endezyarên Înşaetê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir wê li navçe û gundê Bedlisê bi gel re bicivin. (12.00-17.00)   * Şaxa ÎMO’yê ya Rihayê wê têkildarî endama xwe Bahar Hezer a ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin dê li avahiya odeya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)