Rojnameger Kasim: Ev pêvajo dê teqez bi serkeftina Rojava tacîdar bibe 2022-12-06 10:06:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Alî Kasim diyar kir ku hikûmetên Rûs û Sûriyeyê li pey hesabên serkeftinê ne û wiha got: “Lê belê li dijî êrişan yekitiyeke ku dê bi xwe re serkeftinê bîne heye. Gelên ku li dijî êrişan li ber xwe didin heke êrişeke çêbibe jî dê di eniyên şer de cih bigirin. Ev pêvajo dê bi serkeftinê tacîdar bibe.”    Êrişên dewleta tirk ên di 19-20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayîn destpêkirin di roja 16’an de jî bênavber didomin. Di encama êrişan de dibistan, nexweşxane û binesaziya herêmê hedef hat girtin û ziyaneke mezin gihaştê. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî di 3’yê kanûnê de li Rihayê mitîngek li dar xist û dîsa gefa “êrişa bejahî” xwar. Li hêla din Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di gotera xwe ya di Washington Postê de wiha bersiv da gefên dewleta tirk: “Divê civaka navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriya Tirkiyeyê gavên şênber biavêje. Gelê me hêjta li vê derê ye û me beriya niha jî bi tena serê xwe li ber xwe da. Heke hewce bike êm ê dîsa li ber xwe bidin.” Rojnameger Alî Kasim ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî qewimînên dawî axivî.    ARMANCA ÊRIŞAN    Rojnameger Alî Kasim da zanîn ku AKP-MHP hewl didin bi hilbijartina pêş re temenê xwe dirêj bikin û wiha got: “Yek ji sedemên êrişan jî ev e. Her wiha dixwazin bi ser nîqaşên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî Zap, Metîna û Avaşînê tên bikaranîn jî bigirin. Şerê dermirovî di mehên bihûrî de teşhîr bû. Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û şewitandina leşkeran hatin weşandin. Ev mijar kete rojeva çapemenî, raya giştî û saziyên navneteweyî. Hemû kes li benda daxuyaniyekê bû lê dewleta tirk rojnameger û zanyar girtin. Dizane ku nikare ji nav vê mijarê derkeve lewma jî demildest êrişa li Taksîmê plan kir û hinek kes weke qurbanî hilbijart. Di nûçeyên xwe de navên HSD, YPG û PYD’ê bi kar anîn. Bi vê yekê xwestin hem plana qirkirina kurdan pêk bînin û hem jî mijara bikaranîna çekên kîmyewî bidin jibîrkirin.”    'HINEK DESTÛR WERGIRTINE’   Alî Kasim, anî ziman ku Erdogan pir bizave dike ku êrişa hewayî ji hêla bejahî ve jî bike û ev nirxandin kir: “Lê di hevdîtinên li Madrîd, Tehran, Astana, Moskov û Enqereyê de ji bo êrişan piştgirî wernegirtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên navneteweyî hene û li dijî DAIŞ’ê serkeftineke teqez hatiye bidestxistin. Hêjta statûyeke fermî ya herêmê çênebûye û ji qurbanîbûna plan û projeyên van hêzan re jî pir vekirî ye. Herî zêde jî hikûmeta Erdogan ji vê sûd digire. Ev bi sala ye li ser vê xakê şer heye. Divê mirov xwe li benda destpêkirina şer negire. Her çend ku astên wê biguhere jî, Tirkiye bênavber êrişî Rojava dike. Dema mirov li geşedanên heyî dinihêre, fêm dike ku hinek destûr ji hêzên navneteweyî wergirtine. Lê nediyar e bê ka bo çiqas dem an jî qadeke çiqas ev destûr hatine girtin. Dema em li daxuyaniyên Fermandariya HSD’ê û Rêveberiya Xweser dinihêrin, dibînin ku van gefan pir cidî digirin dest û li dijî her cureyên êrişan amade ne.”    HESABA SÛRIYE Û RÛSYAYÊ    Kasim, got ku di êrişên dewleta tirk de herî zêde windahiyên rejîma Şamê çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî vê yekê jî rejîm helwestekî zelal nîşan nade. Hikûmeta Sûriyeyê, hewl dide bi saya hevsengiyên li herêmê xwe li qadên Rêveberiya Xweser bi cih bike. Tevî Rûsyayê, hewl dide êrişên dagirkeriyê weke gefekî nîşan bide. Di nava van du hefteyên êrişan de gelek hevdîtin hatin kirin. Di her hevdîtinê de jî bi destê Rûsyayê ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku qada 30 km’î radestî rejîmê bê kirin. Rûsya wisa hesab dike ku bi saya van gefan dê hem hikûmeta Sûriyeyê û hem jî Tirkiye destkeftiyan bi dest bistin û destkeftiyên kurdan jî bêyî ku şer bikin ji holê rake. Bi vê yekê jî hewl dide qada serweriya hêzên koalîsyonê teng bike.”    PLANÊN DYA’YÊ YÊN JI BO ROJAVA   Bi domdarî Kasim bi lêv kir ku hebûn û rola DYA’yê ya li herêmê xelet tê şîrovekirin û ev tişt anî ziman: “Ji ewilî dîsa wiha hat şîrovekirin; ‘gelo dê dîsa kurdan bifiroşin, xiyanet li hêzên kurdan kirin, ji bo petrolê li vê derê ne...’ Heke hebûna DYA’yê ya li herêmê weke alîkarî û piştevaniya bi kurdan re weke nirxandin, dê ev yek herêmê ber bi tarîtiyeke mezin û xeyalên vala ve bibe. Sedema hebûna DYA’yê ya li vê derê, planên wê yên stratejîk ên demdirêj e. Sedema ewil a vê planê jî parastina Îsraîlê ye. Hêzên şîa û Hîzbûllahê yên ku li herêmê bihêz dibin, ji bo hebûna Îsraîlê gef in. DYA jî dixwaze Îsraîlê bi tenê nehêle û pêşî li ber planên Rûsyayê bigire ku dixwaze bi saya hikûmeta Sûriyeyê li Rojhilata Navîn serwer be. Heke dît ku gef li ser vê planê heye, dê Tirkiyeyê ku endama NATO’yê ye di zûtirin demê de têxe herêmê. Hevkariya wan a bi kurdan re ya li dijî DAIŞ’ê, tenê planeke taktîkî ya demkurt e.”    SEKNA GEL   Di berdewamê de Kasim bi lêv kir ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di çarçoveya paradîgmaya “neteweya demokratîk” de xwe birêxistin dike, dê di şerekî îxtîmalî de bi ser keve û wiha domand: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê, peywirên avakirina civakê dest pê kirin. Hemwelatîtiya wekhev, cihgirtina gel a di her qadên rêveberiyê de, avakirina meclisên leşkerî û avakirina komunan veguherî hêzeke îdeolojîk a wisa xurt ku dikare hemû hêzan têk bibe. Ya ku li dijî êrişan bi xwe re serkeftinan bîne jî ev yekitiye ye. Gelê herêmê li dijî êrişan kedeke mezin da û dev ji xaka xwe berneda. Dema qala şerê Sûriyeyê tê kirin li tevahiya cîhanê tişta ku ji ewil tê fêmkirin, penaberên ku xaka xwe terikandî ne. Gelekî wiha yê berxwedêr ku dijminê xwe baş nas dike, heke êrişeke çêbibe jî dê di eniyên şer de cih bigire.”    'KURDÊN KU TU DIBÎNÎ BIKUJE Û YÊN DIN JÎ BIRÇÎ BIHÊLE’   Herî dawî jî Kasim ev tişt anî ziman: “Bi hedefgirtina deverên sivîlan re dixwazin yekitiya gelan tune bikin. Nexweşxane, dibistan, embarên genim, ceyran, gaz û mazot hedef girtin. Di bingeha van tevekan de jî dijminatiya li hemberî kurdan e. Her wiha xwestin gel ji herêmê bidin koçberkirin. Ev sepane bi tena serê xwe sepanên qirkirinê ne. Stokên genim ên piştî kedeke mezin hatine berhevkirin di nava zivistanê de hedef tên girtin, navendên belavkirina gaz û mazotê hedef tên girtin. Polîtîkaya; ‘kurdê ku tu dibînî bikuje û yên din jî birçan û sermayê bikuje’ dimeşînin. Gelê kurd ev 50 sal in i dijî her cureyên xedar li ber xwe da. Şoreşa Rojava hêdî hêdî rengê serkeftinê li xwe dike. Ev jî dê bandorê li gelên Rojhilata Navîn bike. Ev pêvajo dê teqez bi serkeftinê tacîdar bibe. Belkî jî cara ewil e dê dîroka Kurdistanê şahidiya azadiyê bike ku bi stratejiya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bidestxistin.”    MA / Mujdat Can