Parêzerê Şadiye Manap: Mafê wê yê hêviyê hate binpêkirin 2022-12-06 11:35:53   STENBOL - Parêzera Şadiye Manap a piştî 30 salan hate berdan û pişt re hate binçavkirin û girtin, Elîf Taşdogen têkildarî girtinê diyar kir ku “mafê wê yê hêviyê” hatiye binpêkirin.    Şadiye Manap a di sala 1992’yan de li Rihayê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin, cezayê hefsê yê muebetê lê hatibû birîn. Manap a dema hate girtin 24 salî bû, bi rêzê li Girtîgeha Riha, Midyad û herî dawî jî li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma. Manap a piştî 30 salan di 1’ê kanûnê de hate berdan, beriya ku ji girtîgehê derkeve di çarçoveya lêpirsîneke dîroka wê 2020 ku derbarê wê de dihate birêvebirin hate binçavkirin. Manap a 4 rojan li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê hate rawestandin duh birin Edliyeya Kocaeliyê. Dozgeriyê beriya ku îfadeya Manap’ê bigire bi daxwaza girtinê şande Dagdeha Ceza ya Sulhê. Dadgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. Manap şandin Girtîgeha Kandirayê.    ‘BAWERÎ BI EDALETÊ NEMA’   Parêzera Manap’ê Elîf Taşdogen a têkildarî pêvajoya qewimî axivî, da zanîn ku roja ku Manap were berdan malbat û dostên wê li ber deriyê girtîgehê disekinîn lê beriya ku were berdan hate binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê û ji birina wê jî kes agahdar nebû.    Taşdogen, têkildarî binçavkirina Manap a di çarçoveya lêpirsîna sala 2020’an de bi hinceta wê “mînaka nivîsê” were girtin ev tişt gotin: “Biryara dozgeriyê ya ji bo dayîna biryareke bi bî rengî, baweriya parêzer û welatiyan bi edaletê nehişt.”    Taşdogen, bi bîr xist ku di çarçoveya lêpirsîna 2020’an hatiye vekirin de beriya niha îfadeya wê hatiye wergirtin û têkildarî dosyayê wiha axivî: “Di vê dosyayê de tenê muwekîla me nayê darizandin. Di çarçoveya vê dosyayê de hin kesên din ên tên darizandin hene û dema êm lê dinerin gumanbarên ku hêj îfadeya wan nehatine wergirtin hene. Lê belê ji ber ku muwekîla me bi hinceta ‘wergirtina mînaka nivîsandinê’ piştî hat binçavkirin hat girtin, dibe sedem ku em niyetên di çarçoveya vê dosyayê de bipirsin.”    Taşdogen, bi lêv kir ku binçavkirin û girtina keseke nû tê berdan dikare weke binpêkirina “mafê hêviyê” jî were nirxandin û wiha got: “Em dikarin bêjin bi psîkolojiya ku careke din Şadiye Manap ji girtîgehê dernakeve nêzîk dibin, ev yek jî dibe sedemê binpêkirina ‘mafê hêviyê’.”