Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe herkes sûcdar e 2022-12-06 12:56:13   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Heke li welatekê edalet nebe, li wir ne tenê kesên rêveber her kes sûcdar e.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 638’emîn de berdewam dike. Dayik Şenyaşar, ji ber nexweşiyên xwe nikarê were tev li nobetê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê pankarta “Ji malbata Şenyaşar re edalet” vekir û çalakiya xwe ya nobetê domand.    HER KES SÛCDAR E   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Pêşketin û rêzdariya welatekî bi hiqûq û edaletê tê pîvan. Heke li welatekî edalet nebe li wir ne tenê kesên rêveber, her kes sûcdar e. Ev 638 roj in em li ber deriyê edliyeyê li bendê ne ku dewleta hiqûqê tişta pêwîst bike.”