Bi hinceta ‘fikaredar e’ nehiştin ziyaretvan biçin hevdîtina rojnameger Deger 2022-12-06 13:42:01   ENQERE - Serlêdanên ji bo ziyaretên nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi hinceta “fikaredar e” hatin redkirin.    Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger di çarçoveya lepirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, bi sedema xebatên xwe yên rojnamegeriyê di 29’ê cotmehê de hate girtin. Serlêdanên ji bo ziyaretvaniya Deger jî bi hinceta “fikaredar e” hatin redkirin. Serlêdanek jî bi hinceta “navnîşanê” hate redkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hatibûn girtin. Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Dîren Yurtsever, Habîbe Eren û Oznûr Deger li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin û Denîz Nazlim jî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tên ragirtin.