Rojnamevan Tûnç beraet kir 2022-12-06 14:21:32   STENBOL - Rojnamevan Xeyrî Tûnç ê ji ber hevpeyvîna têkildarî Komkujiya Mereşê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de parve kir, dihate darizandin, beraet kir.    Rojnameger Hayrî Tûnç têkildarî Komkujiya Mereşê ya di sala 1978’an pêk hat de, hevpeyvînên bi şahid û xizmên qurbaniyan re hatine kirin li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kiribûn û şîroveyên xwe nivîsandibûn. Bi vê sedemê jî derheqê Tûnç de bi îdiaya “xelkê li dijî hev sor dike û dijminatiyê belav dike” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 42'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Stenbolê hat lidarxistin. Di danişînê de Tûnç û parêzera wî Arzûhan Halîs amade bûn. Dozgerê ku mafê axaftinê dane mutalaaya xwe ya derbarê esasê de pêşkeş kir. Dozger xwest Tûnç ji ber parvekirin û şiroveyên xwe were cezakirin.    Prz. Halîs a li dijî mutalaayê axivî jî diyar kir ku Tûnç rojnamevan e û divê parvekirinên wî jî di vê çarçoveyê de bên girtin û anî ziman ku sûcê tê îdiakirin pêknehatiye. Tûnç ê axivî jî da zanîn ku rojnamevan e û sûcdarî qebûl nekirin.    Dadgeha navbereke kurt da danişînê, biryara xwe aşkere kir û diyar kir ku sûcê Tûnç pê tê sûcdarkirin pêknehatiye û biryara beraeta Tûnç da.