KCD û DBP li Bedlîsê bi gel re civiyan 2022-12-06 19:05:07       BEDLÎS - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku di civîna gel de axivî, bertek nîşanî CPT'yê da û got: "Ev serdana 'madem em hatine ka em serdana wir jî bikin', dê nikaribe pêşî li ber tecrîd û îşkenceyê bigire. Ev helwesta ne fermî ya CPT'yê, ewlehiya jiyanî ya birêz Ocalan hîn bêtir ber bi xetereyê ve biriye."   Li Serhedê civînên bi gel re yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didomin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî civîna gel bûn.    Şande bû sê par û li gund û navçeyên Bedlîsê hevdîtin bi gel re kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li navçeya Tetwanê û gundên wê, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî tevî kesên li gel wî li navçeya Xelatê û gundên wê û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn bayindir jî li navçeya Xîzan û gundên wê hevdîtin bi gel re kirin.    TETWAN   Aydenîzê li gundê Avetax, Unsûs û Çorşînê yên Tetwanê bi gel re civiya. Aydenîzê diyar kir ku ew dixwazin guh li derdên gel û pêşniyazên wan bikin û got ku ji lew re gelê kurd ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha bi zilmê re rû bi rû ye. Aydenîzê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êrişên li ser ziman, çand û erdnîgariya kurdan her diçe zêde dibin û got ku lê kesên dixwazin kurdan qir bikin, dê bi bi tunebûnê re rû bi rû bimînin.    BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Aydenîzê diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser pêyan e û wiha got: "Her ku tecrîd kûr dibe, şer jî kûr dibe. Desthilat dixwaze jin û ciwanan bi polîtîkayên şerê qirêj hêvşîkestî bike. Di salên 90'î de gund şewitandin, kurdan sirgûn kirin lê kurd çûbin ku jî bi hebûn têkoşîna tevgera kurd dest ji çand û zimanê xwe bernedane. Niha jî bi piştgiriya NATO'yê şerê li hemberî krudan kûr dikin. Tiştên ku nikarin bi operasyonên eskerî bikin, bi çekên kîmyewî dikin. Ev çekên qedexekirî, li seranserê cîhanê qedexekirî ne, lê dewlet xwe li bêdengiyê datînin. Lê em dizanin ku ev dewletên dixwazin kapîtalîzmê li Rojhilata Navîn belav bikin, jinê tune dihesibînin. Ev pergal, jiyanê di nava krîzan de hiştiye. Lê Birêz Ocalan li dijî vê alternatîfek afirandiye û paradîgmayeke ku hemû gel bi rengî dengê xwe tê de afirandiye. Lewma radibin şer û tecrîdê kûr dikin."    Heyet piştî gundan derbasî navenda Tetwanê bû û li vir serdana gel û esnafan kir.    BEDLÎS Û XELAT   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku li gundê Pirsûsê yê navçeya Xelatê serdana gel kir, destnîşan kir ku bi kûrbûna tecrîda Îmraliyê re mafên herî bingehîn jî tune tên hesibandin û wiha got: "Bi taybetî bi plana çokşikandin ku di sala 2014'an de hatiye deşîfrekirin û tecrîd pir zêde hatiye girankirin. Gelê kurd ji wê çaxê heya niha hem di warê aborî hem jî di warê polîtîk de ji çar aliyan ve rastî çewisandinê tê. Lê tevî hemû çewisandinan jî ev polîtîkaya wan bi ser neket û dê nekeve jî."    HELWESTA CPT'YÊ   Ozturk bal kişand ser serdana CPT'yê jî ku di meha Îlonê de çûbû Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "HElwesta CPT'yê jî vê yekê zelal kir. Ev saziya ku armanca wê pêşîgirtina li îşkenceyê ye, bi serdana xwe jî îşkenceyê rewa kiriye. Serdaneke 'madem em hatine ka em serdana wir jî bikin', dê nikaribe pêşî li ber tecrîd û îşkenceyê bigire. Ev helwesta ne fermî ya CPT'yê, ewlehiya jiyanî ya birêz Ocalan hîn bêtir ber bi xetereyê ve biriye."