ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-07 09:00:22     * Endama Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û hevşaredarên wê der barê polîtîkayên qeyûman de axivîn û diyar kirni ku dewletê bi qeyûman rûye xwe careke din nîşanî civakê daye û wiha gotin: "Qeyûm, tunekirin û îmhakirin e. Lê li hemberî wê tekoşînek jî heye. Bi tayînkirina qeyûman re rejîma AKP'ê û MHP'ê teşhîr bû û negihîşt armanca xwe.”   * Nûnerên saziyan û partiyên siyasî ku bal kişandin ser meşên girseyî yên ku dê li Wan û Amedê ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên lidarxistin, gotin: "Gelê me bi beşdarbûnê dikare tecrîdê bişikîne."    * Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Yûrttapan wiha got: "Em an jî nivîskar dikarin bên darizandin lê kovar nayê darizandin. Ji lew re kovar fikrek e."    * Rojnamevanê îranê Asal Abasian destnîşan kir ku Tirkiye û Îran ji bo rojnamevanan girtîgehên herî mezin in û got ku hêvî dike ku rojekê azadiya fikr û ramanê bê Rojhilata Navîn.   * Serokê Platforma DGD'ê Abdulhakîm Daş diyar kir ku hin komele û saziyên ne girêdayî wan ji bo berjewendiyên xwe, bi partiyên siyasî re rayên kurdî bazar dikin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 639’an de berdewam dike.    * Di Lijneya Giştî ya Mecisê de îro dê hevdîtinên budçeyê yên Wezareta Çavkaniyên Enerjî Xwezayî, Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Hawirdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bên kirin.    * Danişîna doza derheqê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin dê li 33’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Doza Muhammed Eren Sutçu ku bi  çekan êrişî Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê kiribû dê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê lidarxistin. (11.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amed û Îzmîrê berdewam e. (11.00-16.00)   * Danişîna ewil a doza Metîn Şengîl ku Berîvan Alturk qetil kiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (11.00)   * Rêxistina HDP’a Îzmîrê dê di çarçoveya kampanyaya “Bila kêmtirîn nûçe bibe 12.500 TL” de di ketina Sîteya Pêşesaziyê ya Ata ya li Çîgliyê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Hevserokên KCD û DBP’ê dê li gund û navçeyên Agiriyê bi gel re hevdîtinan bike. (12.00-17.00)   * Ji bo Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û xebatkarê TÎHV’ê Bîlal Yildiz, dê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê çalakiya piştevaniyê bê lidarixistin. (13.00)   * Rêxistinên civaka sivîl ên Wanê bi boneya bernameya Hefteya Mafên Mirovan dê li avahiya KESK’ê daxuyaniyê bide. (13.00)