Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne 2023-01-30 13:50:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî anyariyan di erdheja Xoyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne.   Di 28’ê Çileyê de bi mezinahiya 5,9 pileyî li Xoyê ya herêma Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê erd hejiya. Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 jî birîndar bûne.   Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi sedan kesên mal û xaniyên wan hilweşiyayî, li ber sir û seqema zivistanê bêalîkarî mane. Rayedarên Îranê diyar dikin ku bi hawara xelkê çûne, lê dîmen û wêneyên tên parvekirin, berovajî vê rewşê ye.