Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt 2023-01-30 14:24:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana "Jin jiyan azadî" 135 roj li pey xwe hişt. Rejîma Îranê ji bo dawîlêanîna serhildanê serî li hemû rê û rêbazan dide.   Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana " Jin jiyan azadî" 135 roj li pey xwe hişt. Dadgehên Îranê li xwepêşander, mamoste, çalakvan û rojnamevananan cezayên giran dibire.   Li bajarê Sine çalakvanê bi navê Refîq Selîm bi tawanbariya "Xerabkariya li ser erdê" hate cezakirin. Li bajarên Îranê gelek çalavkanên civaka sivîl, hunermend, akademisyen, rojnamevan û welatî bi hêceta ku tev li xwepêşandanan bûne û piştgirî dane, ceza li wan hat birîn.   Yek ji xwepêşanderên hatine binçavkirin Armîta Ebasî ye, Ebasî duh hatiye dadgehkirin. Beriya niha hatibû diyarkirin ku di dema binçavkirinê de îşkence û destdirêjî li Armîta hatiye kirin.   Herwiha li blogerên bi navê Astyar Haghighî û hevjînê wê Amîr Mohamedî jî, ji ber ku li meydanek giştî ya Tahranê reqisîne 10 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Duh derketina derveyî welat li derhênerê Îranî Mesud Kîmyayî hat qedexekirin.   Li bajarê Ciwanro duh jî hejmarek zêde ya leşkeran di nava bajêr de hatin bicihkirin. Di 28’ê çileyê de bi mezinahiya 5,9 pileyî li Xoyê herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya. Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 jî birîndar bûne. ji ber bêxemiya dewleta Îranê welatiyan nerazîbûna xwe nîşandan, lê hêzên Îranê êrişî kesên di erdhejê de xesar dîtine kirin.   Tevî hemû kuştin, darvekirin, binçavkirin, girtin û cezakirinê jî nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.