Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe 2023-01-30 15:38:24 STENBOL - Di danişîna ewil a doza Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî yên girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ku tên darizandin, parêzeran li dijî daxwaza biryara “veşarî” ya wezaretê diyar kirin ku kêliya ku biryara veşarî bê dayîn divê ku dadgeh ji dozê vekişe.    Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ku girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re "zewicandibû" û bi vê helwesta xwe çavê xwe li tecawiza li zarokê hat kirin re girtibû. H.K.G. di sala 2020'î de gilî kiribû lê ser bûyerê hatibû giritn û di cotmeha 2022'yan de hatibû aşkerakirin. Piştî bertekên ku hatin nîşandan, Kadîr Îsteklî ku Yusuf Ziya Gumuşel di 14'ê kanûna 2022'yan de hatin binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin. Danişîna ewil a dozê îro li li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûya Stenbolê hat lidarxistin.    Beriya danişînê avahiya edliyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û bariyer danîn ber edliyê. Ji bo şopandina danişînê gelek nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar û bi sedan kes hatin ber edliyê. Beriya danişînê ji hêla Jin bi Hev re bi Hez in daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Malbat, mêr, cemaet îstîmar dikin, dewlet jî sûcdaran diparêze” û gelek pankartên din hatin vekirin û her wiha dowîz hatin hildan.    'ÎKTIDAR BERSÛCAN DIPARÊZE   Beriya danişînê endama Jin bi Hev re bi Hêz in Cemîle Baklaci daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew ê her bibin şopdarê odzê û got sazî û dezgehên cemaweriyê jî hevkarên tawanbariyê ne. Baklaci da zanîn ku îktidar îstîsmaran û bersûcan diparêze.    Piştî daxuyaniyê kesên dozê dişopandin derbasî avahiya edliyê bûn.    WEZARETÊ XWEST KU DOZ ‘VEŞARÎ’ BIMÎNE    Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî ku daxilî dozê bû duh daxwazname daye dadgehê û xwestibû ku derbarê dosyeyê de biryara veşarî were girtin û danişîn girtî bên kirin û derbarê dozê de biryara qedexeya weşanê bê dayîn. Gelek rojnamevan, jinên aktîvîst û siyasetmedarên xwestin dozê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bilî Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Derya yanik û parlamenteran kesî bernedan hundir.    Li korîdora edliyê demek dirêj nîqaş hatin kirin. Di danişînê de parêzeran daxwaza eywanek mezintir kirin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir. Li ser israra parêzeran, heyeta dadgehê biryar da ku danişîn li Bloka C’yê were lidarxistin.    Parêzeran di danişînê de li dijî daxwaza biryara veşarî ya Wezaretê beyanên xwe pêşkêş kirin.     POLÎSAN FAÎL PARASTIN    Piştî saetan şûnve bersûc ango faîlên bûyerê Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî anîn eywana danişînê û H.K.G. jî neanîn eywana danişînê. Balkêş bû ku gelek polîs û leşkeran bersûcan diparast.    DIJÎ BIRYARA ‘VEŞARÎ’ RABÛN   Parêzeran li dijî daxwaza biryara “veşarî” ya wezaretê diyar kirin ku kêliya ku biryara veşarî bê dayîn divê ku dadgeh ji dozê vekişe. Lê heyeta dagehê bersiva daxwaza parêzeran neda. Parêzeran bertek nîşanî rewşê dan û gotin, “hûn qanûnan dieciqînin” û heyeta dadgehê protesto kirin.    Piştre li ser israra parêzeran, serokê dadgehê qeyda SEGBÎS’ê vekir û bil ez û bez doznameyê xwend. Serokê dadgehê ragihand ku diya H.K.G., Fatma Gumuşel a bersûc ku ji dozê tê darizandin ji ber bêhnvedanê tev li danişînê nebûye.    Pişt re parêzerên gelek baroyan ku tev li danişînê bûbûn axivîn û beyanên xwe derbarê dozê de anîn ziman û gelek parêzeran xwest tev li danişînê bibin. Piştî beyanên parêzeran tê payîn ku heyeta danişînê biryarê eşkere bike.    Piştî daxwazan dozger mutala xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de daxwaza danişîn girtî berdewam bike kir.    Heyeta dadgehê 5 deqiqe navber da û biryara xwe aşkera kir. Dadgehê daxwaza parêzerên bersûcan qebûl kir û eywana danişînê da valakirin. Biryara dadgehê bi çepikan hat protestokirin.    Danişîn piştî saet 16.30’an ji raya giştî û beşdaran re girtî berdewam kir.