‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e! 2023-01-30 15:38:53   ENQERE – Tifaqa Milet, “Metna Mutabeqeta Polîtîkayên Hevpar” parve kir ku bingeha beyannameya hilbijartinê û bernameya hikûmetê ye. Di metnê de têkildarî kurdan, Peymana Stenbolê û mijarên din ên sereke tu tişt nehatin parvekirin.    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal ku weke Tifaqa Milet tên pênasekirin, têkildarî hilbijartinên sala 2023’yan “Metna Mutabeqeta Polîtîkayên Hevpar” parve kir.    Serokên partiyên navborî civîna xwe ya dawî di 27’ê çileyê de kiribûn û li dijî Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê soza Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî dabûn. Mîna di encamnameyên 11 civînan, di metna mutabaqetê de jî cih nedan kurdan. Her wiha daxwaza jinan a sereke anku cih nedan Peymana Stenbolê jî.    9 SERNAVÊN CUDA Û 73 JÊRSERNAV   Metn, ji 9 sernavên sereke û ji 73 jêrsernavan pêk tê. Bi giştî 240 rûpel e. Metn, di bin navên “Hiqûq, edalet, daraza”, “Rêveberiya cemaweriyê”, “Têkoşîna li dijî nelirêtiyê, şeffaftî û venihêrtin”, “Aborî, fînans û îstîhdam”, “Zanist, AR-GE, nûjenîxwazî, peyanerî û veguherîna dijîtal”, “Polîtîkayên sektorî”, “Perwerde û hîndekarî”, “Polîtîkayên civakî” û “Polîtîkaya derve, parastin, ewlekarî û polîtîkayên koçberiyê” hate weşandin.    ÇENDEK XALÊN DERKETIN PÊŞ    Çendek xalên derketin pêş ev in: “Avakirina Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî, bidawîkirina rayeya vetokirina qanûnan û derxistina biryarnameyan a serokkomar, daxistina benda hilbijartina ya ji sedî 3, girtina Fona Serwetê ya Tirkiyeyê, avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Nelirêtiyan û avakirina Ofîsa Vegerandina Sermayeyê, daxistina enflasyonê, rakirina Komîteya Îstîqrara Fiyetan, tayînkirina Nûnerên Taybet/konsolosxane a li deverên weke Geliyê Sîlîkonê, bidawîkirina sepana saeta havînê ya mayînde, betalkirina projeya Kanal Stenbolê, dê avadaniya saziya Wezareta Parastina Neteweyî were nirxandin û Fermandariyên Hêzê dîsa girêdayî Sermandariya Giştî bên kirin, dê bi hemû hêzên xwe bênavber li dijî hemû rêxistinên terorê û terorîzmê şer bikin, dê bi dewletên dibin sedema koçberiya bêpergal re Peymanên Paşveşandinê bên îmzekirin, dê xelkê Sûriyeyê li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî li welatê wan bên vegerandin.”