Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin 2023-01-30 16:12:01   ENQERE - Dadgehê biryar da ku du êrişkarên saziyên elewiyan ku negirtî tên darizandin, bi darê zorê bînin danişînê.    Di 20’ê tîrmeha 2022’yan de li Enqereyê 3 kesan êrişî sazî û cemxaneyên elewiyan kiribûn. Ji van êrişkaran du jê negirtî û 3 faîl tên dairzandin. Danişîna ewil a dozê li 63’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê hat lidarxistin. Bersûcên negirtî Bawer Gul û Çagdaş Can Bardakçi tev li danişînê nebûn û bersûcê girtî Ahmet Ozan Karaca jî bi rêya Pergal Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hat kirin. Parlamenterên HDP’ê, CHP, TÎP û nûnerên saziyên elewiyan û rêxistinên sivîl tev li dozê bûn.    Parêzeran xwest di danişîna bê de bersûcên negirtî jî di danişînê de bên amadekirin. Parêzerên saziyên elewiyan bal kişandin ser êrişên li dijî saziyên elewiyan pêk tên û destnîşan kirin ku bi awayek polîtîk li dijî saziyên elewiyan êriş tên kirin. Parêzeran anî ziman ku kurd û elewî di hedefa êrişan de ne.    Piştî beyanên parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana bersûc Ahmet Ozan Karaca red kir û biryar da k udi danişîna bê de jî her du bersûcên din bi darê zorê bînin danişînê û dozê taloqî 27’ê sibatê kir.