Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin 2023-01-30 21:12:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Peşaverê yê Pakîstanê li mizgeftekê teqînek çêbû. Hat diyarkirin ku di teqînê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest daye û 150 kes jî birîndar bûne.    Li bajarê Peşaverê yê Pakîstanê li mizgeftekê teqînek çêbû. Hat diyarkirin ku êrişkarekî bombe li ser ketiye hundirê mizgeftê û bombeya bi xwe re teqandiye. Berdevkekî polîsan ragihand ku di teqînê de herî kêm 44 kes mirine. Li gor nûçeya rojnameya Dawnê ya Pakîstanê ku nûçeya xwe spartiye daneyên fermî, di teqînê de nêzî 150 kes birîndar bûne.     Heya niha tu kesî êriş hilnegirtiye ser xwe.