Li Mereşê û Dîlokê erdhejên dijwar: Hejmara miriyan zêde dibe, bi hezaran kes di bin xerabeyan de ne 2023-02-06 05:39:17   NAVENDA NÛÇEYA - Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.    Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kir. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Mirî û birîndar hene.    OKTAY: HEJMARA MIRIYAN BÛ HEZAR Û 541   Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket hezar û 541 kesan.  AFAD: HEZAR Û 14 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 14 kesan. Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer wiha got: “Heta niha 105 erdhejên biçûk pêk hatin. Heta niha îxbara hilweşîna 2 hezar û 824 avahiyan hatiye kirin. Hem ji hêla hewayî û hem jî ji hêla bejahî ve ber bi herêmên erdhejê ve sewqiyat tê kirin. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 14 kesan.” Li gorî bîlançoya AFAD’ê; li Mereşê 191, li Dîlokê 200, li Rihayê 27, li Amedê 41, li Edeneyê 43, li Semsûrê 20, li Osmaniyeyê 131, li Hatayê 250, li Kîlîsê 13 û li Meletiyê jî 98 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî li 10 bajaran 7 hezar û 3 kes jî birîndar bûne. LI MEREŞÊ ERDHEJEKE DIN ÇÊBÛ   Di serî de li Mereşê û li gelek bajarên din rûdana erdhejê didome. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) ragihand ku erdhejek din saet li 13.24’an bi pileya7.5 pêk hat. Navenda erdhejê wek navçeya Gozpinar a Mereşê hat diyarkirin û 16.4 di bin erdê de pêk hatiye. Erdhej li Enqereyê, Riha, Amed, Meletiyê û Edeneyê jî hat hîskirin û gelek avahî hilweşiyan û xesar gihîşt avahiyan.  ERDOGAN: 912 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja bi pileya wê 7,7 ku navenda wê Mereş bû û bandor li 10 bajaran kir, li Serokatiya AFAD’ê daxuyanî da. Erdogan, got ku piştî erdheja Erzînganê ya di sala 1939’an, mezintirîn karesatê dijîn û wiha got: “Ji bo alîkariyê, li rex waliyên 10 bajaran her wiha 10 waliyên din jî hatine peywirdarkirin. Di halê hazir de 9 hezar xebatkar tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne. Heta niha 912 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 385 hemwelatî jî birîndar bûne.”    LI EDENEYÊ 6 AVAHÎ HILWEŞIYAN   Li taxên Guzelyali, Yûrt û Hûzûrevleriyê yên navçeya Çûkorva ya Edeneyê 6 avahî hilweşiyan. Hat ragihandin ku gelek eks di bin kavilên avahiyan de mane.    AFAD: SMS'YAN BI KAR BÎNIN   AFAD'ê jî bang li welatiyan kir: "Pêwendiya xwe bi serwîsa peyaman SMS' û sepanên înternetê yên peyaman deynin. Ji xeynî rewşên jiyanî telefonê bi kar neynin."    LI RIHAYÊ 10 MIRÎ   Li gor agahiyên destpêkê li Rihayê 16 avahî hilweşiyan. 10 kesên di bin kavilên avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 110 kes jî bi birîndar ji bin avahiyan hatin derxistin. Hat diyarkirin ku gelek hê jî gelek kes di bin kavilan de ne.    SED KES DI BIN KAVILAN DE NE   Li Kolana Barişê ya Taxa Şeyh Şamîlê ya Amedê jî navçeya Rezanê ya Amedê avahiyek hilweşiya. Hat diyarkirin ku di bin kavilên avahiyê de herî kêm 100 kes hene.    LI OSMANIYEYÊ 34 AVAHÎ HILWEŞIYAN   Li gor agahiyên destpêkê li Osmaniyeyê 34 avahî hilweşiyan û 5 kesên di bin kavilan de mane jiyana xwe ji dest dane.    LI TESÎSELERA AVAHIYEKE 7-8 QATÎ HILWEŞIYA   Li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan. Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê gelek avahî hilweşiyan. Li semta TEsîslera ya Rezanê avahiyek 7-8 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de man. 4 kes birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê didomin.    LI QOSERÊ 2 AVAHIYÊN MUSTAQIL XERA BÛN   Li Mêrdînê ji ber erdheja Bazarcix a Mereşê, gelek avahî texrîb bûn û 2 avahiyên mustaqil hilweşiyan. Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dihêe yê qoserê du avahiyên mustaqil xera bûne.    LI RIHAYÊ AVAHÎ HILWEŞIYA   Li navenda Rihayê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Halîliye ya Rihayê avahiyek 6 qatî hilweşiya. Gelek kes di bin kavilên avahiyê de mane.    LI DU BAJARAN ERDHEJ   Li Mereş û Dîlokê li ser hev du erdhejên dijwar çêbûn. AFAD'ê ragihand ku li navçeya Bazarcix a Mereşê saet li dor 04.17'an erdhejeke bi pileya 7.4'an çêbûye.    Her wiha AFAD'ê ragihand ku saet li dor 04.26'an jî li navçeya Nûrdaxiyê ya Dîlokê bi pileya 6.4'an û li navçeya Îslehiyeyê jî bi pileya 6.5'an erdhej çêbûne.    Erdhejên li Mereş û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.