Erdheja Bazarcixê: Li Sûriyeyê herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-02-06 09:08:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bazarcixê bi pileya 7,4 erdhej çêbû. Erdheja Bazarcixê li Sûriye, Misir, Iraq û Lubnanê jî hate hîskirin. Hat ragihandin ku herî kêm 100 kesan li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,4’an erdhej çêbû. Erdhej li welatên Sûriye, Misir, Iraq û Lubnanê jî hate hîskirin. Li paytexta Sûriyeyê Şamê û li bajarên weke Laziqiye, Heleb û li gelek deverên din ên welêt avahî hilweşiyan. Li gorî medyaya dewletê ya Sûriyeyê, di encama hilweşîna avahiyan de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.