Reutersê nexşeya erdhejê parve kir 2023-02-06 10:51:30 ENQERE - Reutersê, nexşeya erdheja li Kurdistanê çêbûyî parve kir. Li gorî nexşeyê, navenda erdhejê Dîlok e.    Di saetên serê sibehê de li bakurê Kurdistanê erdhej pêk hat. Ji ber erdhejê li gelek bajaran avahî hilweşiyan. Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku navenda erdhejê Dîlok e û pileya wê weke 7.5 diyar kir. Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) jî diyar kir ku navenda erdhejê navçeya Bazarcix a Mereşê ye û bi pileya 7,4 pêk hatiye. Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Behra Spî (EMSC), ragihand ku navenda erdhejê Dîlok e û bi pileya 7,8 e. Reutersê di çarçoveya daneyên Navenda Lêkolînê ya DYA’yê (USGS) de nexşeya erdhejê parve kir. Di çarçoveya nexşeyê de tê dîtin ku navenda erdhejê Dîlok e. s