Bajar bi bajar bîlançoya erdhejê: 284 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 323 kes birîndar bûn 2023-02-06 11:24:13   ENQERE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay têkildarî bîlançoya erdhejê daxuyanî da û da zanîn ku heta niha bi qasî hatine tespîtkirin, 284 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 323 kes birîndar bûne û û hezar û 710 avahî jî rûxiyane.    Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bîlançoya erdheja Mereş û Dîlokê yên bi pileya 7.4 û 6.4’an bîlanço parve kir.    Oktay, da zanîn ku piştî erdhejê gelek wezîr çûne herêmê û wiha got: “Li Mereşê 70 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn.”    DI ERDHEJÊ DE 284 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN    Li gorî daxuyaniya fermî, bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn û hezar û 710 avahî jî rûxiyan. Bajar bi bajar bîlanço wiha ye:    Mereş: 70 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.    Hatay: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan.    Osmaniye: 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 83 avahî hilweşiyan.    Semsûr: 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn û 100 avahî hilweşiyan.    Amed: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 226 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan.    Riha: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 60 avahî hilweşiyan.    Dîlok: 80 kesan jiyana xwe ji dest dan, 600 kes birîndar bûn û 581 avahî hilweşiyan.    Kîlîs: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 50 avahî hilweşiyan.    Edene: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 118 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan.    Meletî: 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 550 kes birîndar bûn û 300 avahî hilweşiyan.