Ji pisporên erdhejê hişyarî: Li Edene, Osmaniye û Hatayê hişyar bin! 2023-02-06 11:59:25   ÎZMÎR - Pisporên erdhejê ku piştî erdheja navenda wê Mereş daxuyanî dan ev hişyarî kirin: “Bala erdhejên demên pêş ketiye başûr. Osmaniye, Edene û Hatay ketine ber qadên xetere.”    Li Mereşê bi pileya 7,4, li Dîlokê jî bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Erdhejê bandoreke mezin li ser Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê jî kir. Di encama erdhejê de bi hezaran avahî hilweşiyan. Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bîlançoya erdhejê parve kir û da zanîn ku heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.    Pisporên erdhejê piştî erdhejê daxuyanî dan û hişyarî kirin.    PISPORAN HIŞYARÎ DAN   Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur li ser hesaba xwe ya medyaya civakî wiha got: “Hevalno, ez gelek xemgîn im lê li Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,5 erdhej çêbû. Erdhejeke pir mezin e. Hêvîdarim encamên giran jê dernekevin. Me erdnasan gelek caran hişyarî kirin ku ev erdhej tê. Lê belê tu kesî tiştek ji me nepirsî û bertekeke herî biçûk jî nîşan nedan.”    LI BENDAVAN HIŞYAR BIN    Bi domdarî Gorur got ku divê bendavên li herêmê bên kontrolkirin û wiha domand: “Piştî vê erdhejê, divê li Edene û Hatayê hişyar bin. Divê rêveberên herêmî hişyar bin. Derbasî be. Xwedê li rehma xwe li miriyan bike û şîfaya xêrê bo birîndaran dixwazim.”    3 SAL BERÊ HIŞYAR KIR   Gorur, di sala 2019’an de beşdarî bernameyeke televîzyonê bûbû û ji ber erdhejeke li Mereşê hişyarî dabûn. Gorur, wiha gotibû: “Divê mirov li devera Mereşê hişyar be. Ev der li ber erdhejekê ye. Divê her ji niha ve tevdîrên ku rê li ber ziyanan digirin bên girtin.”    LI EDENE Û HATAYÊ HIŞYAR BIN   Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Ovgun Ahmet Ercan jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Baskê Turkgolû ya li ser Xeta Şikestî ya Rojhilatê Anatoliyayê şikest. Bala erdheja nû ketiye ser devera başûr. Osmaniye, Edene û Hatay ketine ber herêma xetereyê. Dibe ku li van herêman erdhejên ne zêde mezin çêbibin. Ji bo erdhejên mezin hêjta zû ye.”    DI HÊZA BOMBEYA ATOMÊ DE YE   Ercan, di parvekirina xwe de ev tişt anî ziman: “Erdhej, di şertên herî xerab de çêbûye. 1. Di nîva zivistanê de ye û hewayeke pir sar heye. 2. Dema mirov li mala xwe radizan. 3. Dema civak pirsgirêka debarê dijîn. Karesateke mezin e û divê em bi destê hev bigirin. Bila kesek xwe ji kesekî aciz neke. Em bibin alîkar. Erdheja li ser xeta şikestî ya Hatay-Osmaniye-Mereşê ku sedsalan e li bendê ne, bi mezinahiya M7,4 e û bi qasî hêza 130 bombeyên atomê ye. 43 saniyeyan dom kir.”