Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Semsûrê berdewam in 2023-02-06 13:23:26   SEMSÛR - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li navenda Semsûrê berdewam in. Şebekeyên telefonan, av û ceyranê jî qut bûne.    Yek ji bajarên ku erdheja Mereş û Dîlokê herî zêde bandor lê kirî jî Semsûr e. Di encama erdhejê de bi dehan avahî hilweşiyan û gelek kes hêj niha jî di bin xerabeyan de ne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên bajar didomin. Di ketina bajar de jî dirêjahiya konvoya wesayîtên di rêzê de kîlometre derbas kirin. Di heman demê de gelek wesayît li îstasyonên benzînê ketin dorê.    Ji ber konvoyên wwesayîtan, komên lêgerîn û rizgarkirinê xwe bi zehmetî digihînin herêmên xerabeyan. Her wiha baraneke zêde dibare û bandoreke neyînî li ser xebatan dike.    Li bajar şebekeya telefonê nakişîne û av û ceyran jî qut bûne.    Ji ber erdhejê, hinek rê tebiqîn û kevirên mezin gêrbûn ser rêyan.