Ji ber erdhejê aliyekî Çiyayê Gabar hilweşiya 2023-02-06 17:59:20   ŞIRNEX - Di erdheja ku danê nîvro pêk hat de aliyekî Çiyayê Gabarê hilweşiyaye. Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li gelek bajarên derdorê jî kir. Yek ji bajarên ku erd lê hejiya jî Şirnex bû. Di erdheja ku danê nîvro pêk hat de  aliyekî Çiyayê Gabarê ku li hêla navçeya Basa ya Şirnexê ye hilweşiyaye. Xelkê herêmê banga hişyariyê kir û xwest her kes tevdîrên xwe bigire.