Banga ji bo alîkariyê hat astengkirin 2023-02-06 18:09:57   ŞIRNEX - Li Botanê pêkhatên civakî û siyasî  ku xwestin ji bo mexdûrên erdhejê banga alikariyê bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li Mereşê bi pileya 7.4 û li Dîlokê jî bi pileya 6.5 û 6.4 li ser hev du erdhej çêbûn. Erdhej bandor li gelek deveran kirin. Ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyan. Li cihên ku erdhêj lê çêbûn mirî û birîndar hene. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi mebesta piştevaniyê ya ji bo mexdûrên erdhejê koordînasyona krîzê ava kirin. Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, DBP, MEBYA-DER, TJA, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê, Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyayê ku xwestin bi daxuyaniyekî banga ji bo alşkariyê bi raya giştî re parve bikin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Qedexeya walitiyê heye” daxuyanî asteng kirin û avahiya HDP’ê kirin bin dorpêçê. HDP’yiyan bertek nîşan dan û di hewşa avahiya HDP’ê de daxuyanî hat dayin. ‘EM LI BENDA ALIKARIYA GELÊ XWE NE’ Di serî de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen, banga hestiyariyê li gelê Botanê kir û got: “Em vê serê sibehê bi agahiyeke xemgîn şiyar bûn. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî di bin kavilan de ne. Em weke herêma Botanê em amade ne ku alikariya gelê xwe bikin. Alikariya ku tê kirin dê li avahiyên navçeyan bên komkirin. Me komîsyona xwe ya krîzê ava kir. Em li benda alikariya gelê xwe ne. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.” ŞAREDARIYÊ JÎ ALÎKARÎ DA DESTPÊKIRIN Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fidanê jî anî ziman ku wan weke şaredariyê xebatên alikariyê dane destpêkirin û got: “Yê ku herî zêde talan dîtiye gelê Botanê ye. Em xemgîn in. Ji bo ku dilgermahiya xwe bi gelê xwe re bikin me xebatên xwe dan destpêkirin. Weke Şaredariya Silopiyayê me komîsyona xwe ya maseya krîzê ava kir. Koneya ku alikariyê bide me vekiriye.  Gelê me ji bo ku alikariyê bide amade ye. Em bawer dikin ku gelê me vê êşê di hundirê xwe de dijî. Me hewcedarî li ser malperên xwe parve kirine. Bi taybetî betaniye, kincên jinan û zarokan bînin. Her wiha sobe û koneyan dikarin bigihîjiinn me. Em ê weke pireke di nava gelê Botanê û cihên erdhêj lê çêbûne de ava bikin.” Piştî daxuyaniyê girse belav bû.