Li navenda erdhejê cenaze li korîdorên nexweşxaneyan tên sekinandin 2023-02-06 22:37:53   MEREŞ – Li Bazarcixa Mereşê cenazeyên 60 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin. Erdheja li Bazarcixa Mereşê ya bi pileya 7,7’an, li gelek bajarên Kurdistanê bû cihê rûxandineke mezin. Erdhejên li dû hev du çêdibin li Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê bû cihê karesateke mezin. Em Ajansa Mezopotamyayê ku ewil gihaştin navenda erdhejê Bazarcixê, me texrîbata li navçeyê, sekinandina cenazeyan li korîdorên nexweşxaneyê û mexdûriyeta welatiyên di bin kavilan de li cihê cih raçav kir. Tiştên li vê navenda erdhejê diqewimin, li cihekî 20 kîlometre dûrî navçeyê bi derfetên kêm tên ragihandin. EKÎBA EWIL PIŞTÎ 15 SAETAN HAT NAVÇEYÊ Ekîbên AFAD’ê û makîneyên karî saet di 19.00’an de hatin navçeyê. Çendî BAzarcix navenda erdhejê ye jî, ekîbên hatine heya niha li vir li 4 avahiyên hilweşiyayî dest bi xebata lêgerîn û rizgarkirinê kirine. Ekîbên AFAD’ê ku tenê li Kolana Handosê ya navçeyê dest bi xebatan kirine, li avahiyeke ku qatên wê yên navê hilweşiyane bi awayê qulkirinê dixebitin. Ekîbên ku dane êvarî hatin avahiyeke hilweşiyayî ya li Taxa Ahmet Bozlakê, hewl didin 3 kesên ku tên gotin di bin kavilan de ne xelas bikin. Ekîbên ku xwe gihandine qata 4’an a avahiyê, ji vir birîndarekî xelas kirin. Welatiyê ku hê jî tirsa erdhejê li ser wî ye û birîndar e, li kuçeya ku avahiya malbata wî lê ye sekiniye. Her wiha li heman kuçeyê li 3 avahiyên din jî xebatên ronîkirinê û lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Her wiha li gelek avahiyên hilweşiyayî ku gelek kes di bin kavilên wan de ne hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine destpêkirin CENAZE LI KORÎDORÊN NEXWEŞXANEYÊ NE Li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê jî ku nû hatiye çêkirin texrîbatek mezin çêbûye. Lê dîsa jî li nexweşxaneyê xizmet didome. 60 cenazeyên extiyar, ciwan û zarokan ên ji bin kavilan hatine derxistin di nava betaniyan de li korîdorên nexweşxaneyê hatine sekinandin. Serbijîşkê nexweşxaneyê ku me hevdştin pê re kir, heya niha nêzî 300 serlêdan hatine kirin. Serbijîşk da zanîn ku heya niha li navçeyê 60 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku tenê xizmeta kesên birîndar dikin. Gava serbijşk ev tişt radigihandin mirî û birîndar hê jî dihatin veguhastin. Her wiha gelek extiyar jî li korîdorên nexweşxaneyê ji bo dermankirina sekinîne. HÊ JÎ KON NEHATINE Hê jî gelek kes li derdora nexweşxaneyê ne û gelek kes jî di wesayîtên xwe de û di qamyonetan de ne ku ser wan bi brandayan girtine . Li navçeyê tenê wesayîteke mobîl a li ber qeymeqamtiyê çay bixukuvît û şorbeyê belav dike. Heya niha kon û zexîre negihaştine navçeyê. Li navçeyê ku hemû kargeh girtî ne, mexdûrên erdhejê dest nedane berekî marketan jî. GEL BI GILÎ Û GAZINC E: QEY ROJNAMEVAN TUNE NE? Welatiyên ku di bin şiliyê de ne, ji ber xetereya hilweşandinê nakevin bin sivernekên avahiyan jî. Welatiyên k udi vê sar û seqemê de xwe li ber agirê êzingan germ dikin, bertek nîşanî guhnedêriya rayedaran didin. Hemşîreyên li nexweşxaneyê jî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ma qey rojnamevan tune ne? NAvenda erdhejê ev der e, lê kes eleqedar nabe. Hebe tune be bajarên derdorên. Ne alîkarî ne jî ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê şandine vira.” Her wiha dane êvarî du wesayîtên AFAD’ê û du makîneyên karî berê xwe dan navçeya Golbaşi ya Semsûrê. MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay