HDP'ê banga piştevaniyê kir: Roj roja piştevaniyê ye 2023-02-06 23:14:05   ENQERE - Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê banga piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê kir û got: "Roj roja piştevaniyê ye."    Erdhejên ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê ye, karesatek dijwar bi xwe re anî. Di erdhejên rû dan de heta niha hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 hezar kes birîndar bûne. Bi hezaran kes jî di bin kavilên avahiyan de mane û li benda rizgarkirinê ne.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî vê karesata dijwar a erdhejê ket tevgerê û dixwaze birînên mexdûrên erdhejê bipêçe. HDP'ê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir. HDP li deverên erdhej lê qewimîne piştevaniya xwe ya ji bo gel berdewam dike û banga piştevaniyê li gel dike.    ‘EM DERIYÊN XWE JI XWIŞK Û BIRAYÊN XWE RE VEKIN'    Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyaniya bi sernavê "Banga ji bo gelê me ye" belav kir û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê. Daxuyaniya HDP'ê wiha ye: "Armanca me mezin e. Em di rojên dijwar de derbas dibin. Em bang li gelê me yê ku ne li qadên bi xeter in dikin ku derî, dil û sifreyên xwe ji bo xwişk û birayên xwe yên mexdûr vekin. Roj roja piştevaniyê ye. Em bi dil û can ji gelê xwe bi bawer in ku wê di asta herî jor de hestiyariyê nîşan bide."