Li gundekî Elbistanê 40 avahî hilweşiyane û pêwendî nayê danîn 2023-02-06 23:19:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Mexdûrekî erdhejê yê ji Elbistanê, ragihand ku pêwendî bi temamî hatiye qutkirin û ji ber berf û mijê rê hatine girtin. Mexdûrên erdheja Bazarcixa Mereşê, li benda alîkariyê ne. Mexdûrekî erdhejê yê ji Elbistana Mereşê xwe gihand Ajansa Mezopotamyayê (MA) û ragihand ku pêwendî bi temamî hatiye qutkirin û ji ber berf û mijê rê hatine girtin. RÊ GIRTÎ NE Mexdûrê erdhejê diyar kir ku herî dawî saet di 16.00’an de pêwendî danîne û got ku paşê pêwendî hatiye qutkirin. Mexdûrê erdhejê got: “Ji ber berf, mij û boranê rê girtî ne. Li gundê Karahasanûşagiyê nêzî 34-40 avahî hilweşiyane. Li gundê Atmalikaşanli û Hasanaliyê xanî hilweşiayne û mirov li derve ne. Mirov li di sar û seqemê de ne. Pêwendî bi tu kesî re nayê danîn. Ji berk u pira li gundê Hasanaliyê xira bûye û ji ber berf û boranê pêwendî tune ye.”