Li Girtîgeha Sîncanê girtiyekî jiyana xwe ji dest da 2023-03-21 16:34:56   STENBOL - Hate diyarkirin ku girtiyê siyasî Abdûllah Oran ê li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dihate ragirtin, ji ber krîza dil derbas kiriye jiyana xwe ji dest daye.    Abdûllah Oran (63) ê 2 sal in li Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dihat ragirtin, ji ber krîza dil a di 19’ê adarê de derbas kir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Oran di heman rojê de rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK). Hate diyarkirin ku sedemê mirina Oran krîza dil bûye.      Piştî ku Oran jiyana xwe ji dest da, malbata wî ya li Mêrdînê hatin Enqereyê. Ferdên Malbatê cenazeyê Oran ji vir birin navçeya Qoser a Mêrdînê. Cenazeyê Oran wê li vir bê veşartin.