Newroza Cizîra Botan: Em kurd in, li vir in û kes nikare pêşiya me bigire 2023-03-21 16:51:00   ŞIRNEX - Li Cizîra Botan bi deh hezaran kes agirê Newroza azadiyê pêxist û peyama ku ji bo ew ji zilmakaran hesab bixwazin îro hatine cem hev.    Gelê herêma Botanê li taxa Banê Xanê ya navçeya Cizîrêy a Şirnexê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Bi deh hezaran welatiyên Cizîra Botan û Şirnex û navçeyên wê tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên ku hatin qada Newrozê di ketina qadê de fişekên hewayî teqandin. Li qadê dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan nabe", "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana zindanan", "Şehîd namirin" berz kirin. Bi deh hezaran kes sirûdên “Çerxa Şoreşê” û “Kobanê”xwendin.    Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir. Hevşaredarên Cizîrê Bêrîvan Kûtlû û Mehmet Zirig ên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, derketin ser dikê û gel silav kirin û axaftinên kurt kirin.    Piştre Koma Kolektîfa Awazên Botanê derket ser dikê û strîn û coşa girseyê derket asta herî jor û govend hat gerandin.    ‘GEL LI VIR E’    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Erd û esman bûye Newroz. Hemû kolan bûne agirê Newrozê. Newroz pîroz be. Newroz bexwedan û hebûn e. Em ê îro dîrok binivisînin. Em Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê dikin. Yên ku digotin ‘daqeta wan nemaye’ bila li vê qadê binêrin. Vaye gel û vaye hêz û bawerî. Em kurd in û em li vir in. Kes nikare pêşiya têkoşîna me bigire. Ne qeyûm dikarin îradeya gelê me destesr bike ne jî binçavkirin û girtin dikarin têkoşîna me lawaz bikin. Ji bo ku îradeya gelê Botanê teslîm bigirin her cûre zext û zordestiyê dikin. Ev yek di qirika wan de dimîne. Qeyûm, tecrîd û zextên li girtîgehan neheqî ne. Em ê di 14’ê Gulanê de dawî li vê zilmê bînin.”   Piştî axaftina Îmîr, hunermend Mehmet Atli derket ser dikê û strî.    ‘ME MIHEMEDAN JI BÎR NEKIRIYE’    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî derket ser dikê û xîtabî gel kir. Temellî diyar kir ku ew bi êşa qurbaniyên erdhejê Newroza îsal pêşwazî dikin û got: “Em êşa qurbaniyên xwe parve dikin. Em ê qet vê êş û xemê ji bîr nekin. Em ê hesabê qurbaniyên xwe ji îktidarê bipirsin. Me Mihemedan, Asyayan, Dayika Taybet, Pakîzeyan ji bîra nekiriye. Bîranîna wan hêz dide me. Em xwedî li êşa xwe derketin û em li qadên Newrozê hatin cem hev.”    ‘RÊYA ME YA SÊYEMÎN E’    Temellî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: “Sedema îro tiştên neyînî ku diqewimin ew e ku maseya pêvajoya çareseriyê hat qelibandin. Çimkî wel i Îmraliyê maseyê qeliband û lewma ev tişt hemû bûn. Ew çareserî ji b ovan mirovan mafê jiyanê bû. Wê pere ne ji bo şer ji bo însanan bihata xerckirin. Lê viya nekirin. Maseyê qelibandin. Ew di bin vê maseyê de man. Bila kesên ku di şer de israr dikin baş bizanibin em ê aştiyê bînin vî welatî. Teqez em ê pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin. Yên ku gelê kurd tune dihesibînin û qeyûm tayînî ser îradeya gelê me dikin, bila baş bizanibin em ê wan ji van deran biqewirînin. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Rêya me Rêya Sêyemîn e. Ev rêya çareseriya demokratîk e. Ev rê rêya rizgariyê ye.    MUXATAB BIRÊZ OCALAN E    Cîzîra leheng bi dîroka xwe serbilind be. Bi têkoşîn û gelê xwe serbilind be. Helbet wê ev gel bi xwe serbilind be. Me got çareseriya demokratîk lê wan planên têkbirina kurdan xist dewrê. Lê ew têk çûn û diçin û vî welatî têk birin.    Xwediyê çareseriya demokratîk jî heye. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin wê ev pirsgirêk bidomin. Birêz Ocalan jî muxatabê çareseriyê ye.   HILWEŞANDINA ÎKTIDARÊ   Ber bi hilbijartinê ve hêviya me mezin dibe. HDP wê bi ser bikeve. Wê Tifaqa Ked û Azadiyê bi ser bikeve. Wê di sindoqan de jî faşîzm têk biçe. Em ê hemû bi hev re vê îktidara dijminê gelan hilweşînin.”     Piştî axaftinan hunermend Xecê derket ser dikê û strî. Pîrozbahî li ber stranan û bi govend gerandinê bi dawî bû.