Li Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê 2023-03-21 16:51:59   WAN - Gelê kurd li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê Newroza xwe pîroz kir û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.    Coşa Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê jî di lûtkeyê de bû. Li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê gel dakete qadên Newrozê û agirê Newrozê hil kirin. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bû dirûşma hevpar a hemû pîrozbahiyên Newrozan.    Kurdên ku li gundê Kutul Qutur ê girêdayî bajarê Xoyê agirê Newrozê vêxistî, xelekên govendê gerandin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Her wiha li Evîheng a girêdayî Sineyê jî agirê Newrozê hate vêxistin. Şevê din jî li gundê Qale Raş ê bajarê Serdeştê gel li ser çiyayan bi agir peyva “Azadî” nivîsandin.    HÊZÊN REJÎMÊ ÊRIŞÎ GEL KIR   Şevê din dema Newroz dihat pîrozkirin û çalakî dihatin lidarxistin, hêzên rejîmê êrişî gel kir. Hêzên rejîmê li bajarê Mahabadê êrişî xelkê kir ku Newroz pîroz dikir. Di encama gulebarana hêzên rejîmê de herî kêm 40 kes birîndar bûn. Di pîrozbahiyên bajarê Seqizê de jî hêzên rejîmê êrişî welatiyan kir û herî kêm 9 kes birîndar kirin. Lê tevî êrişan jî gel qad neterikand û bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bimre dîktator” rejîm protesto kir.