Li Cizîrê bi hezaran kes piştî Newrozê meşiyan 2023-03-21 18:09:30   ŞIRNEX- Piştî Newroza Cizîrê bi hezaran kes bi dirûşmeya “Bijî serok Apo” meşiyan.    Li Cizîrê piştî pîrozbahiya Newrozê bi hezaran kes meşiyan. Bi hezaran kesên ku ji qada Newrozê ya li Banê Xanê derketin, bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" ber bi nava bajêr ve meşiyan. Li navenda bajêr polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrişî girseyê kir. Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da.