Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn 2023-03-21 18:14:36       NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya Newrozê ya li 11 navendan bi beşdarbûna bi sedhezaran kesî bi dawî bû.   Li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de piştî axaftinan stran hatin gotin, şano hat lîstin û dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin.   Li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Reqa, Kobanê, Şehba û Helebê Newroz bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê Newrozê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê hilweşînin" hat pîrozkirin û bi beşdarbûna bi sedhezaran kesî bi dawî bû.