Oranê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hat veşartin 2023-03-21 19:12:07   MÊRDÎN - Girtiyê siyasî Abdûllah Oran ku li Girtîgeha Sincan a Enqreyê jiyana xwe ji dest da, li warê xwe Midyadê hat veşartin.    Girtiyê siyasî Abdullah Oran (63) ê di Girtîgeha Sincan a Enqereyê de, di 19'ê Adarê de ji ber ku krîzê li dilê wî xistibû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Oran ku du sal bûn girtî bû, ji aliyê îdareya girtîgehê ve ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re hatibû şandin. Ferdên malbatê ku ji bo cenazeyê xwe wergirin hatin Enqereyê û îro cenaze wergirtin. Malbatê cenaze anî MIdyada Mêrdînê.   Cenazeyê Oran li goristana gundê Selhê yê Midyadê hat veşartin.    Li gund ji bo Oran şîn hat danîn.