Ciwanan piştî pîrozbahiyê meşek li dar xist 2023-03-21 20:24:24   MÊRDÎN – Piştî pîrozkirina Newroza Nisêbînê, ciwan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan.    Li Nisêbînê bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî pîrozbahiyê ciwan li kuçeya Şîrînê meşek li dar xistin. Di dema meşê de tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Piştî wextekê polîsan bi gaza îsotê û ava şid êriş bir ser ciwanan. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan dan.    Piştî wextekê ciwan belav bûn û bûyerên di nava wan û polîsan de jî bi dawî bûn.