Li Bandirmayê agirê Newrozê 2023-03-21 21:11:47   BALIKESÎR- Li navçeya Balikesîr Bandirmayê bi beşdarbûna bi sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglû ku di pîrozbahiyê de axivî, got: "Em ê di 14'ê Gulanê de bi agirê Newrozê ber bi sindoqan ve biherikin. Em ê bi hev re vê desthilatê di sindoqê de binax bikin."    Li Taca Yuzuncuyilê ya navçeya Balikesîr Bandirmayê bi beşdarbûna bi sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erol Katircioglû, Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Tûrgût Çatar, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Elem Sarûca, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Jin bi kincên xwe yên kurdî û bi flamayên kes û sor û zer herikîn qadê. Li qada Newrozê pankarta "Newroz pîroz be" hat daliqandin û tim dirûlmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.    Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Balikesîrê Gulay Çelîkê Newroza welatiyan pîroz kir û bang kir ku her kes di hilbijartinên 14'ê Gulanê de xwedş li sindoqan derkeve. PPaşê Hevberdevkê Partiya Çepgir a Keskan a Balikesîrê Bedrî Arik, Nûnerê SYKP'ê yê Balikesîrê Tûrgût Gelegen, ji EMEP'ê Bûrkay Rende, ji TÎP'ê Ogûzhan Fîl û Hevberdevka HDK'ê ya Balikesîrê Harîka Şîşmanlarê welatî silav kirin.    Aktivîsta TJA'yê Eylem Sarûca bilêv kir ku berpirsê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane desthilat e. Sarûcayê bal kişand ser têkoşîna jinan jî û got: "Ji bo bilindkirina dengê 'jin, jiyan, azadî'yê ku li seranserê cîhanê olan daye em careke din li hizûra we soz didin." Her wiha Saûrcayê ji bo pergala tecrîdê ya Îmraliyê jî got: "Tekane daxwaza me ya sereke û herî girîng bidawîbûna tecrîdê ye."   Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî got: "Em ê di 14'ê Gulanê de bi agirê Newrozê ber bi sindoqan ve biherikin. Em ê bi hev re vê desthilatê di sindoqê de binax bikin."