Li Amedê polîsan dest danî ser cil û bergên kurdî yên zarokekî 3 salî 2023-03-21 21:54:43 AMED - Di Newroza Amedê de polîsan nehişt zarokekî 3 salî tevî cil û bergên xwe yên kurdî têkeve qada Newrozê.    Newroza  ku diyariyê mexdûrên erdhejê hat kirin, li Amedê bi tev li bûna sedhezaran kesî hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyê polîsan li têketinên qadê cihên kontrolê danîbûn, kesên beşdarî Newrozê dibûn kontrol dikirin.    Polîsan li têketina Qada Newrozê nehiştin zarokê 3 salî ku cil û bergên kurdî li xwe kiribû bikeve qadê. Bavê zarok diyar kir ku polîsan cil û bergên zarokê wî ji ber kirine û dest danîne ser wan.