ROJEVA 22'YÊ ADARA 2023'YAN 2023-03-22 09:00:21     * Li qadên Newrozê yên Stenbol û Bûrsayê welatiyan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Daxwaza me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye."    * Hanefî Eser, 30 salan di girtîgehê de ma û xeyala wî ew bû ku tev li Newroza Amedê bibe. Dema ber bi qada Newrozê ve diçû, ji ber kelecanê lingên wî diricifîn û dibêje: “Min wisa hîs kir ku weke ber bi qada çalakiyê ya Mazlum Dogan ve biçim.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 730’an de dê berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir de hatiye vekirin wê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.30- 17.00)   * Tifaqada Ked û Azadiyê wê helwesta xwe ya li ser hilbijartinên serokkomariyê wê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bi civîneke çapemeniyê aşkere bike. (11.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê bi şandeya di serokatiya Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) a Almanyayê Lars Klingbeil re li navenda giştî ya HDP’ê qebûl bike. Sancar û Klingbeil wê piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin. (14.30)   * Danişîna doza derbarê cerdevan Cengîz Yildiz û parazvanê şaredarê Dêrahînê ya AKP’î Semyan Aydemîr ên tecawizê S.A.’yê kirin û jinbava wê Berîvan Aydemîr a bi darê zorê fihûş pê dida kirin de hatiye vekirin wê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (15.30)