‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye' 2023-03-22 09:01:29   STENBOL - Li qadên Newrozê yên Stenbol û Bûrsayê welatiyan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Daxwaza me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye."    Newroza îsal ku bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hat pîrozkirin û diyarî kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hat kirin, li Herêma Egeyê bi beşdarbûna bi sedhezaran hat pîrozkirin. Li qadan ku ji heft saliyan heta heftê saliyan her kes Newrozê pîroz kir, daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan olan da.    Kesên beşdarî Newroza Stenbolê û ya Bûrsayê bûn ji ajansa me re axivîn.    LI DIJÎ ŞER LI QADA NEWROZÊ BÛ   Bulent Altin ê 50 salî ku beşdarî Newroza Stenbolê bû, diyar kir ku ji 6 saliya xwe ve beşdarî pîrozbahiyan dibe. Altin anî ziman ku ji bo Newrozê ew û dêya xwe rêyeke dûr meşiyane û got ku gava gihîştine qadê bi astengiya polîsan re rû bi rû mane. Altin anî ziman ku ew dixwazin li erdnîgariyeke zordestî lê tune û aştî û biratî lê heye Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Beriya her tiştî em aştiyê dixwazin. Em ji bo ji şer, neheqî û zordestiyê re bêjin na li qada ne."    DÊ HESAB BÊ PIRSÎN   Kadriye Altûn a 80 salî jî anî ziman ku ji ber erdhejên Mereşê bihêrs in û wiha domand: "Em hatin ku Erdogan serobino bikin. Em her sal tevî zarok û neviyên xwe tên qada Newrozê. Ên li herêmên erdhejê piranî kurd û elewî bûn. Erdogan bi vê dizanibû, lewma mudaxile nekir. Em pir bihêrs in. Erdogan dê hesab bide vî gelî. Ev perpitînên wî yên dawî ne. Di serî de gelê kurd, her kes bila pişta partiyên aştîxwaz bigirin. Zarokên me hemû an di girtîgehan de ne an jî di bin axê de. Ez jineke kurd im, serbilind im. Wekî bi sedan dayikên kurd, ev dewlet deyndarê min e jî. Ez hatim heqê xwe wergirim. Êdî bes e."    AGIRÊ LI DIJÎ ZALIMAN HAT VÊXISTIN   Alî Demîr ê 72 salî ku tevî neviyên xwe hat Newrozê, destnîşan kir ku ji bo ji zilma li hemberî gelê kurd re bibêjin "na" hatine qadê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Newrozê, agirê ku li dijî zaliman tê vêxistin. Newroz îsal di serî de Ocalan, bila bibe wesîleya hemû girtiyan. Ocalan 24 sal in di girtîgehê de tê tecrîdkirin. Êdî em vê zilmê qebûl nakin, em dixwazin Ocalan azad bibe."    AZADÎ JI BO OCALAN   Selahattîn Çelebî ku bi kincên kurdî û alayên Partiya Çepgir a Keskan hat qada Newrozê, ev tişt anî ziman: "Înkar û qirkirin li nasname û çanda me tê ferzkirin. Lê rojên ronî li benda gelê kurd in. Ji lew re kurd roj bi roj bi pêş ve diçin û her ku bi ser dikevin azadî nêz dibe. Em her sal tên qada Newrozê û serîhildana kurdan û bindestan diqîrin. Îro jî em di serî de ji bo Ocalan û Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên din hatin qadê. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e. Azadiya gelê kurd jî azadiya wî ye. Peyama me ya herî girîng ev e. Em aştiyeke mayinde û azadiyê dixwazin."    Sûlan Kaya jî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye pîrozbahiyê û wiha axivî: "Em dixwaziun Ocalan azad bibe û nasnameya me û zimanê me bê naskirin."    Nîgar Guler ku ji ozbekistanê ye got: "Ji bo piştgiriyê bidim têkoşîna gelê kurd hatim. Ez aştî û azadiyê ji bo tevahiya gelan dixwazimç Newroz pîroz be."    Şefîk Gulerê ozbekistanî jî got: "Çi dibe bila bibe ew ê Newrozê pîroz bikin."    JI NEWROZA BÛRSAYÊ   Ercan Erdogmûş ku beşdarî Newroza Bûrsayê bû wiha got: "Sedema hatina min, ji ber ku ev roj roja serîhildan û berxwedanê ye. Em ê bi ruhê Newroza 2023'yan tecrîdê bişikînin."    Şerîf Duz jî anî ziman ku qada Newrozê ji aliyê bindestan, karker û kedrana hatiye tijekirin û got: "Li pêşiya me hilbijartin heye. Di 14'ê gulanê de rayên me ji bo HDP'ê ne."