Jinan ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Em ê tecrîdê bişkînin 2023-03-22 09:47:37   AMED - Di Newroza Amedê de jinan ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî xwestin û wiha gotin: “Bê serok jiyan nabe, em ê tecrîdê bişkînin û Rêberê xwe derxînin.”   Fînala Newroza 2023’yan ya bi dirûşmeya “Her der Newroz, Her Dem Azadî” li 39 bajar û navçeyan hate pîrozkirin li Amedê hate kirin. Newroza ku diyariyê qurbaniyên erdhejê hate kirin, bi tev li bûna zêdetirî 100 hezar kesan hate kirin. Di Newrozê de jinan li dijî tecrida ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nerazîbûna xwe nîşan dan û xwestin demildest polîtîkayên tecrîdê bên dawîkirin.    Jina bi navê Remziye Yakût xwest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Bila cezayê Serok bê rakirin û wî berdin. Em tev dixwazin ew derbikeve. Me gelek bêriya wî kiriye. Bê serok jiyan nabe. Mirovê bê serok, mîna mirîşka bê ser e. Heke Serokê me derbikeve dê aştiyek mezin pêre bê.” Yakût bal kişandd ser pirsgirêka kurd jî û wiha berdewam kir: “Hewceye pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Dibêjin ‘Pirsgirêka kurd tune ye, kurd tune ne’. Heke serokatî bê berdan dê êşên kurdan jî biqedin. Kurdan heta niha her tim êş kişandiye. Qasî ku em sax bin, em ê pey serokê xwe bin û li kurdbûna xwe xwedî derbikevin. Em ê Newrozê jî her tim pîroz bikin. Ji bo serokê me çi ji destê me bê em dikin û hewce ye ku bikin jî. Divê tecrîda li ser rêberê me demildest bê rakirin.”   ‘EM HETA DAWIYÊ LI PEY SEROKÊ XWE NE’   Cemîle Demîrkiran jî bertek nîşanî qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re da  û da zanîn ku nahêlin tu kes biçe wî bibîne. Demîrkiran wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev misilmantî ye? Li ser navê misilmantiyê zilmê li me dikin. Kesek serê xwe rake davêjin zîndanan. Em naqedin, em bi girtin û qetilkirinan naqedin. Em aştiyê dixwazin, bila êdî xwîn neyê rijandin. Divê serokê me berdin, êdî bes e. Heke Erdogan ew qas salan di girtîgehê de mabûya, da dîn bibe. Înşela dê Ocalan bê Amedê û rêbertiyê ji me re bike. Em heta mirinê li pey serokê xwe ne. Bila li qada Newrozê binêrin.”   ‘EM Ê SERBIKEVIN’   Fatma Tîmûr destnîşan kir ku ji bo aştiyeke cîhanê pêwîste Ocalan azad bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin li gel serokê xwe hevdîtinê bikin û ew serbest be. Kurd hene û dê her hebin jî. Bila dest ji vê zilmê berdin. Bila serokê me serbest bê berdan. Ez li ber wî bejna xwe ditewînim û em ê tecrîdê bi van mirovan bişkînin. Înşela em ê serbikevin.”   ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’   Songul Fîlîz jî xwest Ocalan azad be û wiha got: “Ev çend sal in di bin tecrîdê de ye, em azadiya wî dixwazin. Bê serok jiyan nabe.”   ‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’   Mevlîde Ozcanê jî wiha axivî: “Çavê me li rêya wî ye û her wih ya hemû girtîyan. Em ê tecrîdê bişkînin û serokê xwe derbixînin. Bijî Serok Apo.”