Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû 2023-03-23 13:38:16 ÊLIH - Ji ber ku boriya xeta boriya petrola xam a BOTAŞ’ê ku di ser Çemê Batmanê re derbas dibe kun bûye, petrol jê rijaye û tev li avê bû.    XEta boriya petrola xam a BOTAŞ’ê ku di ser Çemê Batmanê re derbas dibe, duh bi şev kûn bû ango petrol jê çû, petrol li nav eraziyan belav bû tev li avê bû. Ji ber ku li devera di navbera Bajarokê Giresîra û gundê Mîrzebega de li dehma kana xîzê di boriya petrolê de kûn çêbûye û petrol jê rijiyaye. Ji ber vê yekê waneyên boriyê hatin girtin. BOTAŞ’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku petrola ku ji boriyê çûye petrola xam e û îdia kir ku xebata wan paqijiyê dest pê kiriye.    Walîtiya Êlihê jî têkildarî mijdarê daxuyanî da û îdia kir ku ekîbên wan dest xebata pêşîlêgirtina rijandina petrole û paqijiya wê deverê kirine.