ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete 2023-03-23 14:00:00   WAN/AMED - Şaxên ÎMO yên Wan û Amedê diyar kirin ku divê modela pêvajoya kontrolê ya nû bikeve meriyete û pêwîste avahiyên birîsk ên li Tirkiyeyê demildest bên tespîtkirin.    Odeya Endezyarên Îneşatê (ÎMO) yên şaxên Amed û Wanê têkildarî sepana kontrola avahiyan ên li Tirkiyeyê li avahiyên xwe civînên çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyên di civînan de hatin dayîn, hat destnîşankirin ku têkildarî avahiyên birîsk gavek beriya gavekî tespîta stokê bê kirin. Di daxuyaniyan de gelek pêşniyazî û tespît hatin destnîşankirin û di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku divê modela pêvajoya kontrolê ya nû bikeve meriyete û pêwîste avahiyên birîsk ên li Tirkiyeyê demildest bên tespîtkirin.