Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin 2023-03-23 14:00:31   ENQERE - Di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de parêzeran got ku lêkolînên daneyan 7 sal piştre li dosyayê hatine zêdekirin û xwestin ku ji MÎT’ê re nivîs were şandin. Dadgehê ev daxwaz careke din red kir.    Endamên DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha sala 2015’an de li pêşiya Gara Enqereyê bi bombeyan êrişî çalakvanan kir û komkujiyeke mezin kirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û 19’emîn danişîna dozê ku ji hêla bersûcên firarî ve hatibû yekkirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Malbatên ku xizmên xwe di komkujiyê de winda kirin weke alî tev li danişînê bûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû jî danişîn şopandin. Bersûcên dosyayê jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    ‘KOMKUJIYÊ HILBIJARTIN GUHERAND’    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de ji ewil parêzer Îlke Işik axivî û got ku ev 6 sal û nîv in delîl û daxwazan pêşkeşî dosyayê dikin. Îlke, axaftina xwe wiha domand: “Di dosyayê de em hêj jî bi tesnîfa sûc a bersûcan re mijûl dibin. Me her tim Komkujiya 10’ê Cotmehê weke roja ku hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an û mijdarê guherandî pênase kir. Roja ku îktîdara siyasî ji bo belavkirina tirsê bi kar anî ye. Di 14’ê gulanê de hilbijartinek heye û em ê li gorî encamên hilbijartinê bibînin bê ka daraz û şande dê helwestekî çawa raber bike.”    ÇIMA JI MÎT’Ê AGAHÎ NAYÊN GIRTIN?   Di berdewamê de Îlke wiha got: “Doz, tenê ji bo darizandina DAIŞ’iyan hatiye vekirin. Piştî hilbijartinê jî em ê ji bo darizandina hemû bersûcan daxwazên xwe bikin. Me ji bo bersûcan gelek daxwaz pêşkeşkirin. Têkildarî Erman Ekîncî me gelek caran ji MÎT’ê agahî daxwaz kirin lê yek pirsek jê nehat kirin. Bi sala ye em agahiyan dixwazin. Çavkaniyên herî bingehîn ên Midûriyeta Emniyetê bi kar tîne, ji bo vê dosyayê nayên bikaranîn. Çima MÎT û emniyetê derheqê vî kesî de agahiyên bi rêk û pêk naşînin? Di hemû dosyayan de serî li vê didin lê di dosyaya me de bi kar nayînin. Ji bo bersûcên din jî me heman daxwaz kirin. Em careke din dixwazin ku ji emniyet û MÎT’ê were xwestin ku agahiyên birêkûpêk bişînin. Ji bo bersûcên firarî jî daxwazên me çêbûn lê ne ji bo emniyetê û ne jî bo îstîxbaratê tu nivîsek nehat nivîsandin. Weke ku ji bo neyên şandin tê tevgerîn.”    LÊKOLÎN 7 SAL PIŞTRE LI DOSYAYÊ HATIN ZÊDEKIRIN   Ji parêzeran Senem Doganoglû jî pirs kir bê ka çima gelek materyalên dijîtal û rapora lêkolînê ya têkildarî Mehmedîn Baraç ê di sala 2016’an de 7 sal piştre li dosyayê hatine zêdekirin. Doganoglû wiha domand: “Me bi tu awayî nekarî qeydên di 10’ê adara 2016’an de li vê dosyayê zêde bikin. Cihê gumanê ye ku dosyaya Baraç 7 sal piştre li dosyayê zêde dibe. Em nizanin bê ka ev kes ji hêla kê ve tê parastin. Vî kesî hem propagandaya HUA-PAR’ê û hem jî ya AKP û DAIŞ’ê kiriye. Qeyd 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin lê pêvekên wê nayên xwendin. Balaç li Çewlikê hate binçavkirin û li ser materyalên dijîtal hatin girtin. Heta demekî dirêj ev materyal nehatin vekolandin. Emniyeta Çewlikê wisa difikirî ku ev kes di asteke îstîxbaratê de dide de ye. Tê dîtin ku hem HDP’ê û hem jî partiyên çep dişopîne û kesên di 10’ê Cotmehê de hatin Enqereyê şopandiye. Nêzî 20 hezar dîmenên înfazkirinê, qetilkirina gel, sivîl û rojnamegeran ji hêla DAIŞ’ê ve li ser hatin girtin. Xuyaye ku Mehmedîn Balaç jî sûcê li dijî mirovahiyê kiriye. Ev doz, doza sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin ku ev daxwazên me dîsa bên nirxandin.”    DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û piştre li Erman Ekîncî, Hakan Şahîn, Resûl Demîr û Îbrahîm Halîl Alçay guhdarî kir. Piştre jî navber hate dayîn. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a “Bila ji bo têkildarî bersûcên firarî û bersûcên de ji MÎT’ê re nivîs were nivîsandin” ku di her danişînê de tê dubarekirin, red kir.    Danişîna dozê taloqî 15’ê hezîranê hate kirin.