HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir 2023-03-23 14:21:55 STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku ji mirinên piştî erdhejan qewimîn îktidar berpirsiyar e û piştî hilbijartinê gavên divê bên avêtin rêz kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) belgeya helwestê ya ku tespît û pêşniyazên çareseriyê têkildarî qewimandinên piştî erdhejên di 6’ê Sibatê de çêbûn, eşkere kir. HDP’ê li Hotêla Hill a Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdarî civînê bû. Bûldan diyar kir ku li gorî daneyên fermî di erdhejan de 50 hezar welatî canê xwe ji dest dane û lê belê daneyên rasteqîn nehatine parvekirin û hejmara rasteqîn ji hejmara fermî zêdetir e. Bûldan anî ziman ku îktidarê têkildarî erdhejan tu tevdîr negirtiye û encamên giran ên erdhejên Erzîngan 1939, Gimgim 1966, Çewlig 1971, Licê 1975, Marmara 1999, Wan 2011, Xarpêt 2020 bi bîr xist.    ‘LI ŞÛNA PIŞTEVANIYÊ DIZÎ Û NELIRÊTIYÊ DIKIN’   Bûldan diyar kir ku tabloya xemgîn û biêş a qewimiye ji ber xemsariya nebirêvebirina erdhejê ya îktidarê pêk hatiye û got: “Îktidar 20 sal in li pey ranta avahiyan û îmarê ye. Di erdhejên dawî ku qewimin de jî îktidara AKP-MHP’ê tu tevdîrên pêwîst negirtine û ev jî nîşan dide ku saziyên cemaweriyê neamade ne û bêroganîzasyonek mezin re rûbirû ne. Di erdhejên Mereşê de ev rewş baş hat dîtin. Ev ne bes e, vê carê jî saziya AFAD ku divê pêşî li karesatê bigire, lê radibe diziye û nelirêtiyê dike. Ev dizî û nelirêtî jî kêrî îktidarê tê. AFAD û Kizilay li gorî îktidarê tevdigerin û ji baca gel radibin tiştan difiroşin û xelkê perîşan dikin. Walî û qeymeqam li pêşiya piştevaniya civakî, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dibin asteng û tabloyek şermê derket holê.”    ‘BERPIRSÊ MIRINAN ÎKTIDAR E’    Bûldan destnîşan kir ku berpirsiyarên esil ên mirinên di erdhejê de qewimîn îktidara siyasî ye û wiha got: “Ne erdhej lê îktidara siyasî ku tevdîrên pêwîst û têrkirî negirt berpirsiyarê mirina ye. Vê rêveberiya rejîma yek zilamî ku riziyaye di bin kavilan de ma û civak jî bû şahide vê. Teraliya dewleta navendî bû sedema mirina bi hezaran kes. Carek din hat dîtin ku rêveberiyên xwecihî bi hêz in. Carek din derket holê ku heta hewcedarî bi pergalek siyasî ku ne li benda talîmata Enqereyê be heye.”    Bûldan da zanîn ku îktidara siyasî ya heyî li ber pirsgirêkên qewimîne çareseriyek li pêş nexistiye û hêza wê têr nekiriye û 13 xalên wek tespît û çareseriyên ku divê piştî hilbijartinê bên kirin rêz kir.    Berfirehiya xalên HDP pêşniyaz dike wiha ye