Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin 2023-03-23 15:52:50   AMED - HDP’ê li Erxenî, Farqîn û Licê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûm daxuyanî da û di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku roja 14’ê Gulan roja hesabpirsîna hem ji îktidara AKP-MHP’ê ye hem jî hesabpirsîna ji qeyûman e.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan li navçeyên Erxenî, Farqîn û Licê yên Amedê di salvegera 3’yemîn a tayînkirina qeyûman de daxuyanî da.    ERXENÎ   Daxuyaniya li Erxenî li Parka Botanîk hat lidarxistin û Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, rêveber û endamên HDP’ê yên bajêr û navçeyê tev li daxuyaniyê bûn.    Zeyyat Ceylan di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew tu demê zîhniyeta qeyûm li Kurdistanê qebûl nakin û got: “Em dîsa dibêjin ev şaredariyên gelê me ne. Gel me hilbijart. Ji îradeya gel ditirsin. Qeyûm dijminatiya îradeya gel in. Qeyûm tu xizmetê ji gel re nakin. Li cihê ku qeyûm lê hene dizî û talan heye. Tu demê ev gel neşikest û dê ji niha şûn ve jî bi ser nekevin.”    FARQÎN    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Farqînê jî di salvegera 3’yemîn a tayînkirina qeyûman da daxuyanî da û şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya şaredariyê hat dayîn. Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû û Endamên Meclisa Şaredariyê, atkîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, Hevşaredarên Bismil û Hezro yên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, rêveberên HDP, DBP, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk yên Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn û nûnerên gelek saziyan tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî ji aliyê Hevşaredarê Farqînê Abbas Azîzoglû ve hat xwandin. Azîzoglû anî ziman ku desthilatda AKP-MHP’ê ku bi dijminatiya demokrasiyê navdar e dixwaze faşîzmê bike sazî û li her derê bicih bike û got: “Kesên ku demokrasî, wekhevî û azadiyê dixwazin jî li dijî qeyûman berxwedana xwe bidomînin. Dikarin şaredariya desteser bikin lê nikarin vîna gel desteser bikin. Wê desthilatdarî biçe û em ê dîsa li vir bin.”   Azîzoglû destnîşan kir ku di 23’ê adara 2020’yan de desthilatdariyê qeyûman tayînî ser vîna gel kir û wiha axivî: “Desthilatdariyê careke din nûnerên gelê kurd tune hesiband û carekedin nîşanda ku mafê dengdan û hilbijartina gelê kurd nas nake. Wekî hûn jî dizanin qeyûm ne tenê di sala 2020’an de di sala 2016’an de jî hatin tayînkirin û şaredariyên me ji hêla dewletê de hatin desteserkirin û hevşaredarên me hatin girtin. Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an me careke din şaredariyê ji gel re vekir û bi gelê xwe re şaredariyê bi rê ve bir. Me ji bo xizmeta ji gel re deynê şaredariyê nekir pirsgkirêk. Ji bo budçeya şaredariyê hewldana me di serî de ji hêla Bankeya Îller û hemû sazî û dezgehên dewletê ve hat astengkirin.   Deriyê sazî û dezgehên dewletê hemû li şarederiyên HDP’ê hatine girtin. Ji bo ku em ji gel re xizmetê nekin û em û gel werin dij hev, lê serkeftî nebûn. Peywîra ku hişmendiya paradîgmaya şaredariya civakî da me, li dijî astengiyan jî me qet wext winda nekir û ji bo ku em pirojêyên xwe çebikin, em xebitîn.    LICÊ   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Licê jî bi minasebeta salvegera tayînkirina qeyûman û zarokê bi navê Y.D. (14) ku ji aliyê polîsan hat îşkencekirin li kêleka avahiya Şaredariya Liceyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî vîna gel darbe ye” hat vekirin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), HDP’ê yên navçeyên Licê, Pasûr û Karazê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.   ‘Qeyûm ziman, vîn û nasnameyê nas nake’   Hevşaredarê Licê Tarik Mercan ê ku şûna qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin axivî û anî ziman ku tayînkirina qeyûman nenaskirina vîn û nasnameyê ye û wiha got: “Di avakirina Komara Tirkiyeyê de piştî komarê 1954’an mafê kurdan hat binpêkirin û kurdî axaftin hat qedexekirin. Îro ev yek gihiştiye asta herî jor. Ev zext, zilm û zordarî berdewam dike. Ziman, vîn û çanda me nasnakin. Îktîdara dagirker û faşîşt 8 salên dawiyê de her cure êrîşên xwe li ser me dimeşînin. Em vê yekê qebûl nakin û ji vê şûnde jî qebûl nakin.”   'ÎŞKENCE SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'    Tarik bal kişand ser rewşa Y.D. ku ji aliyê polîsan ve hatiye îşknecekirin û wiha got: “Di 21’ê Adarê de bi mîlyonan welatiyên me tev li Newrozê bûn. Armanca Newrozê li cihî zil û zordariyê serî rakirine. Ev yek di dîroka me kurdan û ya Licê de heye. Gelê Licê hertim li ber xwe daye. Çend roj berê zarokek me hate revandin û îşkence lê hat kirin. Dest û piyên wî hatin girêdayîn û avêtin newalê. Bi vê yekê dixwazin nîşan bidin ku zilm û zilma ku demên berê kirine niha jî bidomînin. Em vê yekê qebûl nakin. Çawa ku me di salên 90’î de li ber xwe da, em ê niha jî li ber xwe bidin. Çawa ku di salên 90’î de gundên me hatin valakirin, şewitandin û em hatin qetilkirin me serê xwe netewand, em ê ji vê şûnde jî serê xwe netewînin. Ji ber vê yekê em hertim xwedî zarokên xwe derbikevin. Ger ku em li dijî vê yekê dernekevin dê êrîşê zarokên me jî bikin. Divê cezayê herî giran li îşkencekaran bê birîn. Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev berxwedana me dê li dijî zilm û zordariyê bidome.”   Tarik bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê jî û got: “Dibe ku êriş û lîstokên girêjtir bên kirin. Lê em ê xwedî vîn û partiya xwe derbikevin. Em ê di hilbijartinê de bersiva wan bidin.”