Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-03-23 16:03:13   AMED - Rojnamevan Medîne Mamedoglû ku derbarê wê de lêpirsÎn hatibû destpêkirin, îfade da dozgeriyê.    Rojnamevan Medîne Mamedoglû ya nûçegihana Nû JINHA’yê çûbû herêmên erdhejê û geşedanên li wir şopand. Bi hêceta ku Mamedoglû geşedanên li herêmên erdhejê şopand û li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kir, ket ber lêpirsînê. Mamedoglû û parêzerê xwe Resûl Temûr bi hev re çûn edliyeya Amedê û bi îdiaya “xelkê li kîn û dijminatiyê sor kiriye” îfade da dozgeriyê.    Mamedoglû anî ziman ku wê li herêmên erdhejê rojnamevanî kiriye û parvekirinên wê jî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bûne û tawanbariya xistinê stûyê wê red kir.    Parêzer Resûl Temûr jî diyar kir ku parvekirinên miwekîla wî di çarçoveya rojnamevaniyê de ne û xwest lêpirsîn bê betalkirin.