Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin 2023-03-23 16:08:44   STENBOL - Danişîna doza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate taloqkirin.    Danişîna doza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 33’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ji 8 parêzerên tên darizandin Rezan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe û Mahmût Taşçi di danişînê de amade bûn. Gelek parêzerên din jî tev li danişînê bûn.    ŞAHID HATIN GUHDARÎKIRIN   Ji parêzerên şahid Sînan Zîncîr diyar kir ku endamê OHD’a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin e û da zanîn ku komîsyonên girtîgehê hene. Zîncîr, destnîşan kir ku di bin sîwana komîsyonê de çûne serdana girtîgehan. Bi domdarî Zîncîr got ku di çarçoveya serdanan de li ser telefonê bi Baran Dogan re axivî ye û peyam şandiye. Zîncîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema van axaftinan de grevên birçîbûnê hebûn. Me hewl da bi taybet jî di vê çarçoveyê de agahiyan kom bikin. Me rapor amade kir. Em vê mijarê weke peywirekî însanî dibînin û wisa tevgeriyan. Hevdîtina di navbera min û Mahmût Taşçi de jî di roja Newrozê de bû. Me Taşçi li qadê nedît lewma li ser telefonê pê re axivîm.”    Ji şahidan Mahmût Taştan jî hevdîtina li ser telefonê ya bi Mahmût Taşçi re hate pirsîn. Taştan, da zanîn ku ji bo piştevaniya hiqûqî ya bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) ku bi KHK’ê hatibû girtin hevdîtin kiriye û Taşçi jî alîkariya hiqûqî daye wan.    Her wiha siyasetmedar Levent Tuzel jî weke şahid hate guhdarîkirin. Tuzel, diyar kir ku wekaletname daye parêzerên tên darizandin û alîkariya hiqûqî ji wan girtiye. Tuzel, wiha dom kir: “Dema weke parlamenter hatim hilbijartin, hevalan alîkariya hiqûqî dan min. Ev rewş tê fêmkirin. Hevalên me yên parêzer tiştekî xelet nekirine.”    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Piştre jî parêzer Ferat Bogatekîn mafê axaftinê girt û xwest ku di çarçoveya dosyayê de du şahidên din jî bên guhdarîkirin. Dadgehê têkildarî mutalaaya di danişîna berê de hatibû pêşkeşkirin û ji bo parêzeran ceza dihat xwestin beyanek neda û biryar da ku li du şahidên ku hincet nîşan dabûn jî bê guhdarîkirin.    Danişîna dozê taloqî 4’ê tîrmehê hate kirin.