Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin 2023-03-29 21:25:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, daxuyand ku hê jî nasnameya 35 zarokên ku ji bin kavilên erdhejên Mereşê hatine derxistin nehatiye tespîtkirin.    Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, têkildarî rewşa zarokên mexdûrên erdhejên Mereşê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daneyên wezaretê, hezar û 915 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin.    Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku hezar û 766 zarok radestî malbatên wan hatine kirin, 81 zarok li saziyên lênihêrînê hatine bicihkirin û dermankirina 62 zarokan jî didome.   Her wiha wezaretê diyar kir ku hê jî nasnameya 35 zarokên ku ji bin kavilên erdhejên Mereşê hatine derxistin nehatiye tespîtkirin.