Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere 2023-03-29 22:04:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku hikûmeta Iraqê û Wezareta Neftê, ji bo destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê lez dikin, lê rawestandin ziyanê dide aboriya niştîmanî û got: “Em ê li gorî proseyên xwe nefta Herêma Kurdistanê bifiroşin.”   Li ser dosyeya hinardekirina petrola xam a Herêma Kurdistanê ku bê Dadgeha Federal a Iraqê diçû Tirkiyeyê, Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bê Iraqê petrol neyê firotin ji bo Tirkiyeyeyê. Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku pêşwazî li biryara dawî ya Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî ya li Parîsê ku di berjewendiyên Iraqê de dayî, kiriye.   Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê û Wezareta Neftê ji bo destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê lez dikin, rawestanin ziyanê dide aboriya niştîmanî û wiha got: “Armanca Iraqê zêdekirina dahata ku bi rêya nefta kêlgeyên naverast û başûr an jî ji kêlgeyên Herêma Kurdistanê tê bi destxistine. Ev yek bandora xwe li ser hemû civaka Iraqê û hemû pêkhateyan dike. Hikûmeta Iraqê ji pêkanîna biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parisê piştraste û dê weke heyî bi cih bîne.”   Her wiha Asim Cîhad diyar kir ku mekanîzmaya nû ya hinardekirina neftê bi rêya bendera cîhanî ya Tirkiyeyê, wê di bin desthilata hikûmeta federal, Wezareta Neftê û nûneratiya wê ya li Tirkiyê Kompanyaya Bazirganiya Nefta Iraqê (SOMO) de be.