Otobûsên rêwiyan wergeriyan: 3 kes mirin, 46 kes birîndar bûn 2023-03-30 08:40:02   ERZÎNGAN -  Li Erzîngan û Yozgatê otobûsên rêwiyan wergeriyan. Di qezayan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn.    Otobûsa rêwiyan a ku ji Rihayê diçû Trabzonê, saet di 04.00’an de li qada Kizildagê li ser rêbeja Erzîngan-Sêwasê qeza kir. Hat zanîn ku ji ber berfa zêde, ajokarê otobûsê kontrola dîreksiyonê winda kir û otobûs wergeriya. Di qezayê de 2 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li herêmê berfeke zêde dibare û piştî xebatan, otobûsa qeza kiribû hate rakirin.    Di heman demê de otobûsa rêwiyan a di bin kontrola ajokar Ş.Y. de ku ji Sêwasê ber bi Enqereyê ve diçû, li nêzî Taxa 100. Yil a navçeya Yerkoy a Yozgatê qeza kir. Hat zanîn ku rê ji ber sermayê cemidîbûn, ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir û wesayît ji rê derket. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de rêwiyekî jiyana xwe ji dest da û 25 rêwî jî birîndar bûn. Rêwiyên birîndar, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Yozgatê.