ROJEVA 30'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-30 09:00:17 * Yûsûf Berk (Apê Ûsiv) ku yek ji kesên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan nas kiriye diyar kir ku wî di aktîvîteya “Şeva Rojhilat” de Ocalan nas kiriye û got: “Serok axivî û qala Kurdistanê kir, axaftina wî bandor li ser min kir. Wê rojê min zanî ku ez kurd im û Kurdistan heye. Ji wê rojê ve ez di nava têkoşîne de me.” * Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku Tirkiye dixwaze beriya hilbijartinê êrişê bibe ser Qendîlê û û got: "Eger Tirkiye bi Îranê re li hev kiribe an jî li hev bike, dibe li ser operasyoneke qismî û dema wê hatiye diyarkirin dest bi êrişê bike. Ji ber ku Qendîl bi temamî hevsînorê Îranê (rojhilatê Kurdistanê) ye. Lewma ji bo êrîşeke dagirkeriyê li dijî Qendîlê bike, pêwîstî bi lihevkirina bi Îranê û heta razîbûna YNK’ê jî heye."   * Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nûray Çevîrmenê diyar kir ku li girtîgehên li herêma erdhejê bûyerên îşkence û pêkanînên xerab zêde bûne û got ku girtiyên ji Efrînê bi saîqên nijadperestî rastî îşkenceyê hatine.    * Mexdûrên erdhejê yên li Taxa Binevlerê (Afet Evlerî) dimînin diyar kirin ku bi rojan ava paqij bi dest wan neketiye û nikarin bi pereyan jî avê bikirin û gotin ku hewl didin ku avê ji gundên cînar û ji robar peyda bikin.    * Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku partiya wan dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bibe nûnertiya hêviya gelan û armanca wan ew e ku Komar Demokratîk ava bikin.    * Bi ser darvekirina pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re 75 sal derbas bûn. Nivîskar Kakşar Oremar got: “Berxwedana Qazî Mihemed îro bi têkoşîna birêz Ocalan ku da destpêkirin re bûye yek. Ev têkoşîn li Rojhilat bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ didome.”    * Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê hilbijartin weke mîladek bi nav kir û wiha got: “Xwezayeke hatiye talankirin, mafên mirovan ên hatine tunekirin, pergala hiqûqê ya hatiye sekinandin heye. Gel guhertinê dixwaze. Em ê biguherînin û pergalên zordar biavêjin sergoyê dîrokê.”   * Şahîd Îmam ê şahidê wê demê diyar kir ku Hîzbûllahê 2 kesên ji wan veqetiyan kuştin û kir sedemê êrişên li Kurdistanê û wiha got: “Ya ku jê re dibêjin ‘şerê Îlîm û PKK’ê’ kuştina sivîlan a ji aliyê Îlîmê ve ye.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 738’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê endamê MYK’a ÎHD’ê Vetha Aydin Yuksel de hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (10.30-11.25)   * Partiya Çep a Kesk wê li Enqereyê Beyannameya xwe ya Hilbijartinê aşkere bike û danasîna dirûşm û strana xwe ya hilbijartinê bike. (11.00) ZINDΠ   * Serokê DEP’ê yê Samandagê Mehmet Latîfecî, dê di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe bê bibîranîn. (12.00)   * Ji bo Mahîr Çayan û hevrêyên wî wê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. (12.30)   * Danişîna derbarê Komkujiya Vartînîsê de hatiye vekirin wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê bê lidarxistin. (15.00)