'Bi naskirina Serok re min zanî ku ez kurd im' 2023-03-30 09:02:51 RIHA - Yûsûf Berk (Apê Ûsiv) ku yek ji kesên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan nas kiriye diyar kir ku wî di aktîvîteya “Şeva Rojhilat” de Ocalan nas kiriye û wiha got: “Serok axivî û qala Kurdistanê kir, axaftina wî bandor li ser min kir. Wê rojê min zanî ku ez kurd im û Kurdistan heye. Ji wê rojê ve ez di nava têkoşînê de me.”   Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi komploya navneteweyî di 9’ê Çileya 1998 de ji Suriyeyê derket û di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bi ser komploya navnetewî ya li dijî Ocalan re 24 sal derbas bûn. Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyeyê de di bin tecrîdeke giran de ye. Gelê kurd û hezkiriyên Ocalan li dijî tecrîda girankirî li qadan bertekan nîşan didin û daxwaza azadiya fizikî ya Ocalan dikin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) tekildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan daxuyandin ku ew dê heta 4’ê Nîsanê bernameyên cûr bi cûr li dar bixin û di 4’ê Nîsanê de jî wê ber  bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye ve bi girseyî bimeşin.    Yûsûf Berk (Apê Ûsiv), jî her sal tev li çalakiyên Meşa Amarayê dibe û tevî temenê xwe yê pîr jî bi salan e pêşengekî çalakiyan e. Berk, ku yek ji kesên Ocalan nas kiriye û her sal di nava çalakiyên 4’ê Nîsanê de cih digire ji ajansa me re axivî.    HEVNASÎNA WÎ Û OCALAN   Berk anî ziman ku wî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan cara ewil di aktîvîteya “Şeva Rojhilat” de naskiriye û wiha qala wê rojê kir: “Di sala 1969 de ez bi mevanî çûm Stenbolê û li mala siyasetmedarê kurd Fevzî Şeyhanlioglû mam. Wê salê jî komeke xwendekarên zanîngehê li navçeya Beyoglûye Şeva Rojhilat li dar xistin. Ez jî vexwendibûm wê şevê, cara ewil min Serok li wê derê dît.  Wê şevê li wir Eyşê Şan kilam digotin. Mûsa Anter û Ferîdûn Yazar jî li wir bûn. Ez kurd bûm lê min nedizanî, ez weke biyaniyan li wir bûm. Min nedizanî ‘Şeva Rojhilat’ çi ye çima li dar dixin. Pişt re komeke xwendekaran ji Enqereyê hatibû, Serok Apo jî li pêşiya kome bû. Dema Serok ket hûndir hemû xwendekaran bi coş ew pêşvazî kirin.”   ‘JI WÊ ROJÊ VE DI NAV TÊKOŞÎNE DE ME’   Berk, diyar kir ku wî bi nasîna Ocalan re zaniye ku kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê rojê pir bandor li ser min bû, bi nasîna Serok re min zanî ku ez kurd im û mafê kurdan jî heye. Erê ez kurdî diaxivîm û ez kurd bûm lê min nedizanî, tu zanebûna min jî nebû. Lê dema Serok axivî û qala Kurdistanê kir bandor li ser min kir, min zanî ku ez kurd im û Kurdistan heye. Ji wê rojê ve ez di nava têkoşîne de me.”   ‘SEROK WÊ DERKEVÊ Û KURDISTAN Ê AZAD BIBE’   Berk di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku roja Ocalan hatiye girtin ew pir xemgîn bûye û wiha pê de çû: “Dema min bihîst Serok hatiye girtin ez pir xemgîn bûm. Pir zora min çû, ez pir giriyam. Niha çend sal derbas bûn. Ez bi hevî me Serok dê derkevê, Kurdistan ê azad bibe û em jî dê rizgar bibin. Şikandina tecrîda li ser Serokatî jî di destê me kurdan de ye. Heta tecrîd hebe û Serok Apo di girtîgehê de be Kurdistan jî azad nabe.”   ‘HEVIYA ME SEROK E’   Berk, tekildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan destnîşan kir ku ew her sal di 4’ê Nîsanê de diçe Amarayê û wiha pê dê çû: “Her sal 4’ê Nîsanê ez diçim Amarayê û li mala Serok rûdinim. Serok Apo li cem me nebe jî bi ruhê xwe her tim di nav me de ye û ruhê me jî li cem wî ye. 4’ê Nîsanê ji bo me roja Kurdistanê ye. Heviya me Serok e. Heta Serok dernekeve çareserî nabe. Serok derkeve çareserî jî wê bibe û em jî dê rizgar bibin.”   ‘BILA HEMÛ KURD WERIN AMARAYÊ’   Di dawiya axaftina xwe de Berk wiha banga tevlibûna çalakiya meşê ku wê di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve bê li darxistin kir: “Bila hemû kurd werin Amarayê. Amara cihê gelê kurd e. Di 4’ê Nîsanê de jî derd û daxwaza me berdana Serok e. Em dixwazin bi saxî Serok di nav xwe de bibînin.”   MA / Mahmût Altintaş